Rojava ez guhertim

Rojnamevan û derhênera Îtalyayî Benedetta Argentîerî got, "Rojava ez bi rastî jî guhertim. Nexasim jî ka mirov çawa bi hev re kar bike, çawa mirov bi hev ve bê girêdan, peywendiyan bi hev re deyne. Heta xwerexnekirinê..."

Şoreşa Rojava ku jin jê re pêşengiyê dike, bandorê li kes û civakên li deverên cuda yên cîhanê dike. Yek ji van jî rojnamevan û derhênera Îtalyayî Benedetta Argentîerî ye. Niha li bajarê New Yorkê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Beriya vê wê belgefilma Çapulcu-Voices From Gezi (Dengên Çapulcu ji geziyê) Our War (Şerê me) çêkiribû. Paşê sala 2013'an berê xwe dide Kurdistanê. Filma 'Ez şoreş im' bixwe li ser jinên li gelek welatan e. Angentîerî li ser belgesela xwe ya bi navê 'Ez şoreş im' bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Benedetta Argentîeri kî ye, çawa çû Kurdistanê û Rojava?

Ez rojnamevan û derhênereke serbixwe me. Ji sala 2013'an ve ez li herêmên şer dixebitim. Nexasim li rojava û bi giştî li Sûrî û Iraq. Ez gelek caran çûm van welatan û li wan geriyam da ku serpêhatiyên din peyde bikim. Çûna min a muhim sala 2013'an bû, ez pêşî çûm çiyê. Paşê jî çûm Rojava. Vê bi awayekî erênî şexsî tesîr li min kir. Lê her weha tesîreke pîşeyî jî li min kir ji ber ku min bi rastî dixwest maneyên nû û serpêhatiyên nû li wan deveran peyde bikim.

Ev serdanên te ji bo rojnamevaniyên bûn yan ji bo derhênerî û filmçêkeriyê? 

Ya pêşî ji bo rojnamevaniyê bû. Min di encamê de hin nûçe nivîsandin. Ya din ji bo filmekê bû bi navê Our War (Şerê me). Ev filma hanê li ser sê biyaniyan bû ku tevlî nav refên YPJ'ê bûbûn. Ev hersê jî sê mirovên ji hev gelekî cihê bûn. Yek ji Îtalyayê bû, ya din ji Swêdê bû û ya sêyem jî ji Emerîkayê bû. Min bi filmê hewl da fêm bikin ka wan çima biryar da ku tevlî nav refên YPJ'ê bibin û ka wan li wir çi dixwest. Û wekî din ka vê tecrûbeyê çi tesîr li wan kir, li ser wan çi ji xwe hişt.

Baş e em behsa belgefilma te ya niha bikin. Te kengî biryar da ku tu vê belgefilmê çêkî, fikra wê çawa li cem te peyde bû?

Min dixwest mijara jinê bêhtir bidim ber xwe. Nexasim jî piştî ku min dît çawa medya mainstream (medya navendî) hem rewşa jinê û hem jî têkoşîna wî giştî dikin. Wan timî dixwest wî dîmenî derxin pêş ku jin timî li pişt be, tevî zarokan, di nava toz, xweliyê û gemarê de. Ev dîmen bû ji medya mainstream dida der.

Herçî gerîlayên jin bûn yan jî şervanên YPJ'ê bûn, dîmen timî mijar dibir ser seksîbûna wan; wan digot, binihêrin li van jinên seksî. Û ha vê yekê, têkoşîn ji maneyê dikir.

Ji ber vê yekê min biryar da ku ez dixwazim bi rêya karê xwe nîşan bidin ku aliyekî din ê têkoşîna jinê heye. Û min xwest nîşan bidim ku Şoreşa Rojava li seranserê Rojhilata Navîn belav dibe. Min xwest nîşan bidim ku ev ne nimûneyeke tecrîd kiriye, ew tesîrê dike li jinên din li welatên din ên Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê min xwest Rojava bi hev re bibînim bi jinên li Iraq û Efxanistanê re. Da ku em cihêtiyan bibînin, û heger hûn dixwazin wisa binirxînin da ku nakokiyan bibînin. Ez bi kurt û Kurmancî bibêjim, mesele ew bû ku nîşan bidim, ev ne tenê çend jin in ku çek li ser milên wan in, ev ne çend jin in ku şerê DAIŞ'ê dikin. Mesele ne ev e. Şerê li dijî DAIŞ'ê bi tenê aliyekî piçûçik e. Maneyeke din a gelekî berfireh a Şoreşa Jinê heye.

Em dikarin bibêjin, beriya Rojava bala te û lêkolîna te bêhtir li ser Iraq û deverên din bû yan na?

Erê û na. Ya rastî elaqeya min a ji bo Rojava hebû û min lêkolîn jî li ser kirin. Beriya ku ez li Îtalyayê bibim rojnamevan, min xwendina xwe ya zanîngehê qedandibû. Û herçî bala min bû, li ser lihevnekirin û arîşeyên civakî bû. Paşê min filmek li ser Gezî Parki çêkir û hingê min gelek Kurd nas kirin. Me dest pê kir em peyivîn û hingê min dest pê xwendineke bilindtir kir li Emerîkayê ji bo salekê. Û li wir min gelek Êzîdî nas kirin. Hingê elaqeya min gelekî çêbû û min xwest fêm bikim ka çi li Şengalê qewimî. Ji ber wê ez gelek caran çûm Şengalê. Yanî ya rastî elaqeya min a ji bo Rojhilata Navîn bi Kurdan dest pê kir û paşê belav bû ber bi deverên din ve.

Armanca te çi ye ji çêkirina vê belgefilmê?

Gelek armancên min hene, ya sereke ew e ku ez gotara li ser jinan biguherim. Lê her wiha min xwest nîşan bidim ku ev her sê jin, yanî Rojda Felat, Yanar Muhemed û Selay Xeffar ne tenê leheng, yan jî ne leheng in, lê nûnerên tevgerekê ne, û ew nikarin têkoşîna xwe bikin bê civaka jinan a li pişt wan. Tişta din jî konsepta hêzdarkirina (empowering) jinan e. Yanî, hûn çawa dikarin jinekê hêzdar bikin (di warê siyasî de). Bersivek jî bi rêya perwerdeyê ye, yek ji babetên sereke perwerde ye. Perwerde gelekî girîng e. Û bi hev re hûn peywendiyê datînin bi mirovên din re û wan jî hêzdar dikin.

Lê belê, ew her sê jin jî encamekê dixwazin, ne ileh çareseriyekê, lê ew dixwazin tevî mêran têbikoşin. Ev jî xaleke pirr girîng e. Nexasim li nava civaka rojavayî, femînîzm weke cudakeriyê tê dîtin, lê maneya wê ne ev e. Femînîzm elaqedarî peydekirina çareseriyeke hevpar e ku bi jinan dest pê dike. Lê paşê bivênevê bi mêran re hûn ê kar bikin da ku hûn hin tiştan bi dawî bikin û ji bo ku hûn siyasetê ji nû ve diyar û terîf bikin.

Gelo tu vê wek şoreşekê dibînî?

Erê, lê ez carinan bi jinên Kurd re jî li ser meseleyê dipeyivim. Peyva Şoreşê ewqasî zêde hat mêhtin ku êdî maneya wê ji nava wê hat guvaştin. Navê filmê ”Ez şoreş im” e. Sedema wê besît e. Di meşa yekem a jinan a li Bexdayê de, jinan slogana ”Ez jin im, ez şoreş im” digot. Vê dixwest bibêje, her yek ji me dikare bibe şoreş. Wê dixwest nîşan bide ku şoreş ne tiştekî gelekî dûr e yan jî li gelekî jor û bilind e ku mirov negihîjiyê. Peyam çi ye, hûn dikarin karekî şoreşgerî bikin gava ku hûn alîkariya jineke din bikin. Mesela mafê mirovan fêrî wê bike, yan jî ji bo wê tişta ku pêdiviya wê pê heye alîkariya wê bike. Ev kirina nû ya şoreşger e. Em doza jinûve manedarkirina peyva şoreşê jî dikin bi vî awayî.

Di vê projeya xwe de we li welatên cihê, jiyana rojane û têkoşîna jinan dît; we çawa behsa wan kir, we çi dît?

Ez cara pêşî sala 2014'an çûm Rojava, paşê sala 2016'an çûm û herî dawî jî sala 2017'an çûm Rojava. Min guhertin dîtin û bi ya min a ku herî zêde ez serwext kirim, çavên min li bûyeran vekir ev bû ku min dît ka civak çawa xwe digihîne teoriya siyasî. Der barê şert û mercên jinan ên li Efxanistanê ez ya rastî şok bûbûm. Di nava her sê welatan de rewşa jinê ya li Efxanistanê ya herî zehmet bû. Weke nimûne, li Efxanistanê tenê ji sedî 14'ê jinan xwende ne. Lê min di heman demê de civakeke mezin dît ku li dora Selay Xeffarê dicive. Û ew dixwaze bi rastî jî têbikoşe. Çima ew dixwazin têbikoşin? Ji ber ku wan jinên Kobanê dîtin. Vê çavên wan vekir, ew li wê yekê serwext kirin ku ew dikarin bibin beşek ji guhertinê.

Helbet li Iraqê jî pirsgirêkên dewane hene, elaqedarî kuştinên qaşo ji bo namûsê, qanûnên ku bi wan dixwazin jinan bitepisînin hene. Lê ez bawer dikim ku bi bîrewerbûnê ew dikarin vê rewşê biguherin. Bi wê yekê ku alîkariya jinên din bikin û wan (siyasî) hêzdar bikin. Ev karekî gelekî dûvdirêj e û helbet Rojava cihê ye ji ber ku dema hûn erdekî kontrol dikin pirr hêsantir e ku hûn alîkariya jinan bikin. Beramberî vê li Iraq û Efxanistanê ew hizr û têgeha dewletê heye ku jinan kontrol dike. Bi ya min her sê ji hev gelekî cihê ne, lê tiştekî din heye, jinên hersê welatan dikarin alîkariya hev bikin, ji hev fikrên nû bigirin.

Tu jineke ji Ewrûpayê yî û li van deveran pêşhukmên li dijî jinan xurt in. Gelo hîç pêşhukmên te hebûn beramberî jinên Rojhilata Navîn, û tesîreke çawa a dîtina van jinan li te bû, perspektîfa te guherî?

Ez bawer nakim ku pêşhukmên min hebin. Axir, ez mirovek welê me ku gelekî meraqên min hene. Ez xwe agahdar dikim û ti carî yek rastiya tenê qebûl nakim. Heqîqet bi gelek tiştên ji hev cihê ye. Lê helbet, ez bawer dikim ku bi giştî gelek pêşhukm hene li dijî jinên li Rojhilata Navîn. Mesela ew gotar heye ku jinên Rojhilata Navîn hemû qurbanî ne û pêdiviya wan bi mêran heye ku karibin ji heqî xwe derkevin û alîkariya xwe bixwe bikin.

Herçî perspektîfa min e, pirr guherî. Karê min tesîr li perspektîfa min kir. Ez gelek tiştan fêr bûm ji tevgera jinê ya li Rojava. Nexasim jî ka mirov çawa bi hev re kar bike, çawa mirov bi hev ve bê girêdan, peywendiyan bi hev re deyne.

Wekî din heta bi xwe rexnekirinê. Tiştekî Tevgera Azadiya Kurd heye ku ez gelekî hez jê dikim, di nava jinên li civakên rojavayî de ev nîne; ew jî çi ye? Mirov beramberî hev qenc be, mirov ji hev re qenc be, mirov li hev miqate be. Mirov xwe weke neyar nabînin. Lê sîstem wan dikin berberê hev. Ji Latîniya kevin gotinek heye ”Mors tua, Vita Mia” ku maneya wê ”Mirina te jiyana min e” ji ber ku sîstem dixwaze hûn gelekî ferdperest bin.

Tişetkî din a derbarê Rojava de ez dixwzim bibêjim ew e ku, wê ez bi rastî guhertim û bi ser de jî wê peywendî û girêdana min a bi jinan re guhert. Niha li hawîrdora xwe tang û piçûk de ez hewl didim ku bi vî awayî peywendiyan deynim. Hevdu rexnekirin baş e, xwe rexnekirin pirr pirr baş e, lê mirov timî ji hev re qenc be, ji hev re xwişk be, timî li hev miqate be, ev ji bo min gelekî baş e.

Em li filma te vegerin, di dema çêkirina filmê de zehmetiyên tu pê re rûbirû mayî çi bûn, te di dawiyê de çawa hest pê kir?

Jinan ev belgefilm çêkir ji bo jinan û li ser jinan. ev yekem car bû ku ez bi komekê re xebitîm ku bi temamî ji jinana pêk dihat. Ez bawer dikim ku ev jî tesîreke li min bûyî bû. Di gelek waran de karekî zehmet bû, nexasim jî di mijara peydekirina jinên têra xwe profesyonel de bi maneya ku xwediyê wê siyasetê bin ji bo ku em vê belgefilmê çêkin.

Pirsgirêkeke din jî ew bû ku ne her kes dixwaze biçe herêmên şer li wan heye û tişta ku em dixwazin bikin, bike. Biçe Rojava, xwe bide ber tevahiya tehlûkeyên ewlekariyê yên ku me xwe da ber wan. Zehmetî gelek bûn, lê karekî harîqulade bû.

Du versiyonên filmê me amade kirin, yek jê 72 deqîqeyan dirêj e ji bo sînemayê ye; û ya din jî ji bo televizyonê ye. Axir niha herçî fînansmana filmê ye, em gelekî deyndar in, ji ber wê jî me versiyoneke televizyonê jî çêkir û em hêvî dikin karibin bifiroşin.

Belgefilmê em ê bi gelek zimanan amade bikin, Kurdî, Erebî, Tirkî, Italî, Ingilîzî, Fransî, Farisî, Paştû, Darî ev karekî giran e û zehmetiyên wê pirr in. Belgefilm wê bi van zimanan bi jêrnivîs bê edîtkirin. Ev karekî giran bû, lê ez di dawiyê de şa me ku hûn ê êdî karibin lê temaşe bikin û bibînin ka karekî baş bû yan na.