Roja Kobanê ya Cîhanê li Wanê hate pîrozkirin

Rêxistina HDP'ê ya Wanê 1'ê Midarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Di çalakiyê de êrîşên li ser Kobanê hatin şermezarkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Dabbagoglû daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêveberê HDP'ê yê Wanê Hasan Guven daxuyanî da û bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî bi deh hezaran mirov kuştine. Guven got, "Ev hêza tarî di payîza sala 2014'an de li Kobanê li bin guhê berxwedana gelê Kurd û dostên wan ket."

Guven diyar kir, çeteyên DAÎŞ'e li Kobanê têk çûn û ev têkoşîna wan hîn jî dewam dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelên bi dest pîroz be. Em wan cangoriyan bi bîr tînin ku nîşanî me dan, bi berxwedan û piştgiriyê zilm û barbarî dikare were têkbirin."

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşm û tilîliya qediya.