Rizgar Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn

Nûçegihan Rizgar Denîz di 40. roja şahadeta xwe de li Mexmûrê bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Nûçegihan Rizgar Denîz di Komkujiya Dêra Zorê ya 12’ê Cotmeha 2017’an de bi giranî birîndar bûyî, piştî tedawiya 70 rojan a li nexweşxaneyê di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû. Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştre dayîka Şehîd Rizgar Denîz, Meryem Adanmîş xêrhatina gel kir û wiha axivî;  “Dema ez hevalên Rizgar dibînim wek min wî dîtiye kêfxweş dibim. Ji ber ew digot, ez nikarim tenê dayîkek kêfxweş bikim armanca min kêfxweşiya hemû dayîkane û digot, heta ji destê min were ezê bi kişandina wêneyê zarokek bindest hovîtiya dijmin nîşana cîhanê bikim.”

'ŞEHÎD YEKÎTÎ Û BERXWEDANÊ JI ME DIXWAZIN'

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Zeyneb Kara jî axivî û hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîranî û got; “Şehîd tucar girî ji me naxwaze. Şehîdên me berxwedan, yekîtî û wekhevî ji me dixwazin.”

Li ser navê Ragihandina Azad Rojnamevan Erhan Aras jî axivî û wiha got: “Heval Rizgar demek dirêj ji bo vê xetê xebat da meşandin. Îro şopdarên wî li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr li ber xwe didin. Şehîd Rizgar bi rûkeniya xwe dihat naskirin. Em wek rêhevalên Şehîd Rizgar, soza berdewam kirina xeta azadiya hemû gelên bindest bi taybet gelê Kurd didin. Soza ku me dayî şehîdan em dubare dikin û em ê bibin şopdarên rêya şehîdan.”

Merasîm bi dirûşmên 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Rêber Apo' bi dawî bû.