Rêyek dirêj û ronî li pey xwe hişt

Aryena Botan ku sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû û li çiyayên Kurdistanê bû fermandarek, rêyeke ronî û dirêj ji jin û ciwanan re hişt.

Aryena Botan rojek beriya Newroza 1995'an li bajarê Girkê Legê ya çiyayê Botanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz, li nava 9 xwişk û 7 bira mezin bû. Aryena ji eşîra Botî ye ku ev eşîr hem li Bakur hem jî li Rojavayê Kurdistanê belav bûye.

Aryena jineke zîrek e. Zimanê dayika xwe Kurmancî di asteke baş de diaxive û bi kar tîne. Di heman demê de zimanê Erebî yê ku lê dihate ferzkirin li dibistanê baş hîn dibe û bi kar tîne. Aryena li dibistanê jî jineke li pêş e. Lê xwestek, xeyal û armanca wê jiyaneke erzan nîne. Aryena xwedî lêgerîn û lêkolînekê ye. Dema Şoreşa Rojava dest pê dike Aryena yekser cihê xwe li refên herî pêş digire. Mal bi mal, kolan bi kolan dest bi karê ji bo şoreşê dike.

Şoreşa Rojava hêvî û xeyalên Aryena zindî dike. Ronahî û dewamiya jiyana xwe di nava şoreşê de dibîne. Jiyan xwe, têkoşîna xwe, malbata xwe, heval û hogirên xwe li pey xwe dihêle û berê xwe dide jiyaneke nû, jiyaneke ku karibe azadiya Kurd, Kurdistan û mirovahiyê biafirîne.

Aryena saleke têr û tije li nava şoreşê karê ciwanên şoreşger dimeşîne. Di nava wê salê de Aryena xwe bi her awayî bi pêş dixîne, baştir nas dike, civaka xwe nas dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, PKK'ê nas dike. Berê wê her li pêş e, xwe her bi pêş dixe. Meşa wê her ber bi mirovbûnê, jinbûnê, civakîbûnê û Rêberê Gelê Kurd e.

Sala 2014'an bi tevlîbûna li nava refên gerîla vê meşa xwe misoger dike. Lêgerîna Aryena êdî li çiyayên Kurdistanê ye.

Perwerdeya xwe ya destpêkê li Akademiya Şehîd Çekdar Amed û Leyla Şaylemez (xweser) werdigire. Piştî perwerdeya li herdu akademiyan berê xwe dide nava şervanên nû.

Ji bo Aryena Botan şervanên nû wateyên nû ye. Çiya nas dike, dibe çiyayî û ji bo wê jiyaneke çiya dest pê dike. Di kesayetiya xwe de îradeya leşkerî diafirîne, leşkerbûnê ava dike. Di xwezaya Aryena de kesayeta leşkerî ji xwe heye. Dibe namzeta fermandariya kesayeta jina Kurd a azad di nava PKK'ê de.

Xwedî kesayetekê ye ku qet dev jê bernade, xwe ti carî têr nabîne û her tim xwe bi pêş dixe. Di anva rastiya Rêber Apo, PKK û şehîdan de her tim li xwe dipirse. Pêwîstiya pêvajoyê, pêwîstiya şoreşê çi ye? Qet ji ser vê xetê qut nabe.

Bi gotina wê, Aryena xwe li qada leşkerî nas dike. Ev yek ji bo Aryena dibe mîladek. Dîsa bi gotina wê, li çiyê bêhtir bi jiyana pergalê û jiyana nû dihese. Di kesayetiya xwe de têkoşîneke bêhempa dimeşîne ku kesayeteke leşkerî di nava xwe de ava bike. Aryena di vê têkoşînê de bi ser dikeve.

Aryena çanda xwe ya jin a eşîrtiyê vediguherîne çanda leşkerî ji bo azadiya hebûnê biafirîne. Aryena dibe leşkerek ku berê xwe li azadiyê ye.

Li nava refên PKK'ê li çiyayên azad ên Kurdistanê azadî, edalet û exlaqa xwezayê dibîne. Bi van ve tê girêdan. Bi vê dilsoziyê her roj kêlî bi kêlî jiyana nû ava dike.

Aryena dibêje, çiya mirovan dike mirov. Aryena di demeke kurt de li çiyê bi jiyana xwe dihese. Tevlî jiyana çiyê dibe. Dibe fermandarek parêzvanên çiyayên azad.

Bi ked û hewldanên 20 salan ên Rêberê Gelê Kurd li Rojava, Aryena Botan şoreş, çiya nas kir û bû fermandareke çiya. Bû jineke xwedî bawerî û îrade ku pêşengtiya têkoşîna azadiyê kir.

Gotin wê kêm bimîne li gel têkoşîna Aryena. Baweriya rakirina tola hezar salan a jin û gelê xwe bû.

Çûyîna wê pir bêdem bû. Valatiyek mezin li nava heval û hogirên xwe çêkir. Lê belê rêyek pir mezin û bi ronahî ji hevalên re ji jin û ciwanan re hişt ku were şopandin. Rêya azadiyê, fermandarbûnê hişt.

Aryena Botan bi hevrêyên xwe Hêlîn Cûdî û Rûken Botan di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a qirker faşîst de 28'ê Gulana 2019'an li Girê Roj ê qada Qalatûka ya Qendîlê şehîd bû.

Aryena Botan; jin a ciwan a şoreşa Rojava ya Jinê li çiyyaên Kurdistanê bû fermandar. Hîn jî li çiyayên Qendîlê û çiyayên azad ên Kurdistanê di nava civaka hevalên xwe de bi kêfxweşî tê bîranîn. Her roj her kêlî di bîra heval û hogirên xwe de ye.