Rêya bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê hatin girtin

Li bajarên Dersim, Xarpêt, Çewlik, Meletî, Colemêrg û Wanê, ji ber barîna berfê rêya bi sedan gundî li çûn û hatinê asê bûn.

Li Kurdistanê bandora giran a berfê dewam dike. Ji ber berfa li Dersim, Xarpêt, Çewlik û Meletiyê, rêya bi sedan gundî hatin girtin. Li Amed û Êlihê, her wiha li qadên bilind ên Şirnex û Sêrtê, berf û baran bi hev re, li Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt û Rihayê baraneke xurt lê dike. kş Wan û Colemêrgê jî ji ber berfa ku 2 roj in dibare reya 349 gundî asê bûne.

DERSIM

Li Dersimê ji ber berfê, li navendê 11, li Pîlmuriyê 40, li Pulurê 26, li Qisleyê 21, li Mazgîrtê 18, li Xozadê 13, li Pertaxê 10 û Çemîşgezekê jî 4 gund bi giştî 143 gund rêyên wan asê bûn. Her wiha rêya navbera Erzîngan û Pîlemuriyê jî ji ber berfê asê bû. Li ser rêya Xarpêrtê jî tedbîr hatin girtin. Navçeyên Pulur, Pîlemûrî û Xozadê bi berfê xemilî. Li navçeya Pulurê berf bi qasî 1.5 metreyî kete erdê.

XARPÊT

Li Xarpêtê, berfê li herêmên bilind gelekî lê kir. Li navenda bajêr 5, li navçeyên Baskilê 10, li Madenê 15, li Depê 22, li Kovancilarê 10, li Palo 16 û li Sîvrîceyê 10 bi giştî rêya 88 gundan asê bû.

ÇEWLIK

Li navenda Çewlikê û tevahiya bajêr ji doh êvarê ve berf dibare. Li herêmên bilind ên bajêr, bi qasî 40 santîmetreyî berfê erd girtiye. Li tevahiya bajêr rêya 281 gundî ji ber berfê asê bûne.

MELETÎ

Li Meletiyê jî ji doh bi şev ve berf dibare. Tîmên şaredariyê li ser rêyên bingehîn dest bi karê paqijiyê kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê ji doh êvarê ve berfek zêde lê kir û hêj li hin deveran barîna berfê didome. Ji ber barîna zêde rêya 20 gund û 41 mezrayên girêdayî navenda Colemêrgê, rêya 56 gund û 78 mezrayan hat girtin. Tîmên paqijkirina rê dest bi xebata vekirina rêya gundan û mezrayan kir. 
 
Li hin xalên bilind ên li Colemêrgê sitûriya berfê ji metreyek bihûrî. Wesayîtên li ser rêya wan deverên bilind asê man. Makîneyên kar ên Îdareya Taybet a Bajêr wesayît û welatiyan rizgar kirin. 

WAN

Yek ji bajarê ku berf zêde lê bariya jî Wan e. Rêya 154 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Wanê hatin girtin. Li Miksê rêya 70 gundan, li Elbakê rêya gundekî, li Şaxê rêya 33 gundan û li Payîzavayê rêya 50 gundan ji çûnehatê re hatin girtin.