Rêxistinên Elewiyan çûn serdana Leyla Guvenê

Komeleyên Elewiyan çûn serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 167 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşên Elewî Muslum Metîn, Serokê Giştî yê Komeleya Çand a Elewî Dogan Demîr, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, Sekreterê Rêxistinbûyîna Federasyona Bektaşên Elewî Zeynel Odabaş û Parlemenerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Zeynel Dogan ji bo ku hin hevdîtinan bikin, hatin Amedê û Mala Çand û Cem a Pîr Sûltan Abdal ziyaret kirin.

KAPLAN: JI BER KU EDALET TUNEYE TECRÎD HEYE

Şandeya Elewiyan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 167 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye jî, ziyaret kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari bi şandeyê re çûn serdana Guven.

Şandeyê piştî serdana Guven, daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi armanca piştgiriyê me ev serdan pêk anî. Leyla Guven bi moral bû. Komeleya Çandê ya Elewî xwest hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bike. Ewlekariya canê girtiyan û mafê jiyana girtiyan di bin kontrola dewletê de ye. Divê hevdîtina tu girtiyên siyasî neyin astengkirin û sînordarkirin. Hiqûq vê dibêjin. Li cihekê ku edalet lê tune be, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin. Ev bêhiqûqî ye.”

KÛLÛ: QANÛNA YEKZILAMÎ TÊ BICIHANÎN

Hevserokê DAD’ê Mûsa Kûlû jî, diyar kir ku hiqûq li welêt ji holê hatiye kirin û qanûna yek zilamî tê bi cih anîn.

Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyan Dogan Demîr jî, anî ziman ku jiyan pîroz e û wiha pêde çû: “Berî her tiştî em alîgirên mirovahiyê ne. Em ne alîgirê mirina mirovan in. Berî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin divê gav bên avêtin.”

DOGAN: QIBLEGEHA ME MIROV IN

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Dogan jî, da zanîn ku Leyla Guven moral da wan û wiha axivî: “Baweriya Elewitiyê, pîroziya mirovan tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan binpêkirina mafan e. Jiyan pîroz e û qiblegeha me jî mirov in.”

 Şande paşê çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.