'Rêxistinên civakî yên sivîl li dijî tecrîdê divê hîn bêhtir hewl bidin'

Parêzer Bûrhan Arta destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên hiqûqî divê hîn bêhtir hewl bidin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her giran dibe. Salên dawî 'cezayên dîsîplînê' yên ku sedemên wan nayên eşkerekirin weke hincet têne nîşandan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji mafê hevdîtina bi parêzeran, malbatê, wasî, axaftina bi telefonê û mafên din bêpar têne hiştin.

Parêzer Bûrhan Arta tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê nirxand.

ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN BIRYAREKE SIYASÎ YE

Parêzer Arta diyar kir ku hevdîtina girtî û hikumxwaran bi malbatê û parêzeran re mafekî qanûnî ye û destnîşan kir ku ev maf nabe ku bi biryara îdarî yan jî bi rengekî li dijî hiqûqê bê astengkirin.

Parêzer Arta got, "Girava Îmraliyê beriya her tiştî xwedî avaniyeke welê ye ku derfetên xwegihandinê nîne" û wiha dewam kir, "Girtiyên li wê derê divê teqez bi garantoriya saziyên dewletê karibin hevdîtinê bi malbatê û parêzerên xwe re bikin. Lê belê demeke dirêj e ku girava Îmraliyê hatiye tecrîdkirin. Li vê giravê bi biryarên îdarî yên ku xwe naspêrin qanûnan hevdîtin têne astengkirin. Divê girtiyên li wê derê karibin têkiliyê bi xizmên xwe re deynin. Ev qanûnên ku em wan weke antî demokratîk pênase dikin, li pêşiya vê yekê ne asteng in. Lê belê astengkirina van hevdîtinan biryareke siyasî ye. Di çarçoveya vê nêzîkatiyê de biryara îdarî tê dayin. Saleke têkiliyeke fîzîkî bi Girtîgeha Îmraliyê re nehatiye danîn. Herî dawî bi rêya telefonê axaftin bi girtiyên li Îmraliyê re hatibû kirin. Ev yek ji xwe tiştekî timî nîne. Niha axaftina bi telefonê jî nayê kirin."

DIVÊ ÎMRALI KARIBE BÊ KONTROLKIRIN

Parêzer Arta diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê cihekî ji kontrolê girtî ye û got, "Li welatên ku demokrasî lê heye her sazî divê li kontrolê vekirî bin. Ji bo bê fêhmkirin bê rewşa mirovên li wan saziyan dimînin çi ye, kontrolkirin şert e. Saziyên navneteweyî, malbat û parêzer nikarin xwe bigihînin mirovên li Girtîgeha Îmraliyê. Ev yek xwe naspêre ti qanûnê.

Halbûkî diviyabû dewletê ev hevdîtin bi destê xwe bida kirin. Ji bo qedexeya hevdîtinê cezayên dîsîplînê weke hincet nîşan didin, lê belê têkildarî van cezayan ti agahiyê nadin. Di vê der barê de agahiyê nadin malbatan jî. Ji vê jî wêdetir agahiyê nadin saziyên civakî û rêxistinên hiqûqî yên neteweyî yan jî navneteweyî."

Parêzer Arta bi bîr xist ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji baroyên li Tirkiyeyê û saziyên navneteweyî xwestiye ku li Îmraliyê hevdîtinê bikin, lê belê tenê Baroya Amedê bersiv daye vê daxwazê û got, "Baroya Amedê hefteya derbasbûyî xwest ku bi hikumxwarên li Îmraliyê re hevdîtinê bike. Bêguman bi navê hiqûqê ev têrker nîne. Hewldanên Baroya Amedê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê têrê nakin. Bêyî dereng bikeve divê Îmrali ji kontrolê bê vekirin. Ji bo vê jî hin hewldanên me hene. Bi qasî ku zanim hevalên me yê yên parêzer her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê belê heta niha nekarîn helwesta tund li hemberî xwe rakin. Ji ber vê yekê jî weke parêzeran em gelekî bi fikar in."