Rêxistina Bajêr a Wanê ya DBP’ê: Asîmîlasyon didome

Rêxistina Bajêr a Wanê ya DBP’ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP’ê yên li ser Kurdî dan.

Rêxistina Bajêr a Wanê ya DBP’ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li avahiya partiyê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên Bajêr ên HDP’ê yên Wanê Yakûp Ataş, Gulistan Orhan, Alîkarê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ergîn, Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Hevserokê Kurdî-Dera Wanê Emîn Şahîn beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di civînê de Serokê Kurdî-Dera Wanê Emîn Şahîn axivî û got, “Ji ser 15’ê Gulana 1932’an 85 sal derbas bûn. Pêkutiyên li ser Kurdî hê jî didomin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî û pêkutiya li ser siyasetmedarên Kurd îro jî didome. Fikr û ramana Kurdan hate qedexekirin. Şaredariyên Kurdan hatine dagirkirin û desteserkirin.”

Şahîn diyar kir ku hikumeta AKP’ê hebûna Kurdan qebûl nake û got, “Hikumeta AKP’ê ji bo ku rê li ber Kurdan bigire, Kurdên xwe diafirîne. Gelê Kurd bi mafên xwe dizane. Wê mafên xwe yên demokratîk biparêze. Ez Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pîroz dikim.”