Rêxistina CPT: Dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî avakirin

Rêxistina Christian Peacemaker Teams ragihand ku di sala 2021’an de tundî, zilm û zordarî di asta herî jor de zêde bûye û got: “Di sala 2021’an de dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî li herêmê ava kir.“

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan - CPT) bi boneya sala nû ya 2022’an peyamek weşand.

Rêxistina Christian Peacemakerê diyar kir ku di sala 2021’an de tundî, zilm û zordarî di asta herî jor de zêde bûye û wiha got: “2021 salek gelek dijwar bû. Em şahdin ku jiyana xelkê hate wêrankirin. Divê salê de dewleta Tirk zêdetirî 20 baregehên leşkerî li herêmê ava kirin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve gund hatin valekirin û dibistan hatin bombebarankirin. Ev tenê çavdêriyên me nin û ev bûyer hîn zêdetirin.“

Rêxistina Christian Peacemakerê anî ziman ku wan di heman demê de şahîdî ji têkoşîn û tundiyê re jî kiriye û ev tişt rêz kirin: “ Me şahîdî ji zilma li ser mamoste, xwendekar, cotkar, girtî, aktîvîst, jinan û parêzvanên mirovan, zarokan û wan kesên ku rêxistinên hikûmî û ne hikûmî baweriya wan bi dadperiyê heye kir."