Rewşenbîrên Efrînê ji bo dermankirina birînên Efrînê bang kirin

94 rewşenbîrên Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser kiryarên qirker ên dagirkeran û ji bo rizgarkirina Efrînê ji nava lepên qirker û dagirkeran, bang li hêzên Kurd kir ku bibin yek.

94 rewşenbîrên Efrînê bi sernavê "Efrîn... Qîrîna Zeytûnê" bal kişand ser qirkeriya li Efrînê û destnîşan kirin, ku dagirkeran welê li Efrînê kirine ku kirine devereke dûrî qanûn û nirxên mirovahiyê.

Rewşenbîrên Efrînê destnîşan kirin ku dermankirina birînên Efrînê barekî dîrokî ye li ser milê Kurdan hemûyan û işaret bi girîngiya hewldanên yekîtiya hêzên Kurd kir ku bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê kirin.

Banga hevpar a rewşenbîrên Efrînê wiha ye:

"Dagirkirina Efrînê derbasî sala sisiyê bû, bê tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike. Hîn bi sedhezaran şêniyên wê yên bi darê zorê hatine koçkirin li kampên penaberî, gund û bajarên Şehba, Heleb û deverên Sûrî yên din şerpeze ne Her weha lêtengkirin li serê şêniyên Efrînê yên di hundirî herêmê de mane, berdewam dike da ku wan jî koçber bikin û ji malên wan derxînin.

'DAGIRKERAN EFRÎN KIRINE DEVEREKE LI DERVEHÎ HEMÛ ZAGON Û NIRXAN'

Tê zanîn ku hikûmeta Enqerê komên çeteyan ên pê şer kirine, bi talankirina Efrînê xelat kirine, wan jî hemî kerb û kîna xwe lê saxkirin, gihişt pileyekê ku Efrîn weke devereke derveeyî hemî zagon û nirxan bûye. Lê reftarê girûpên pêxwas desthilatdar e ku kuştinê belav dikin û pir caran jî xwe bi xwe, li ser parên dizî û talanê şerê hevdu dikin.

Dengên ji hundir derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de reha bikin, tiştê ku li wir diqewime jenosîd û dawî anîna hebûnê ye. Ango hemî rengên binpêkirin û zêdegaviyan tê bikaranîn, ji tawankariyên kuştinê, revandin, girtina bi zorê, xwestina fidiyeyan, bi ser de jî kesek nizane çi li baregehên ewlehî û girtîgehên taybet diqewime.

Gelek tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin û êdî nema şêniyên deverê yên resen bi aramiyê hest bikin ne li kolanan û ne jî li malan û bi awayekî bêrawestan desteserkirin û qewitandina xwediyên xaniyan berdewam dikin.

Li jêr destê dagirkeriyê, dîmenê cendekekî li çolê, kesek di mala xwe de hatibe kuştin yan serjêkirin, mêr yan jin be, bi awayekî normal derbas dibe, her weha bûyerên derîşikandina malan bi darê zorê û dizîn û kuştina xwediyên malê, bûye diyarde.

Li Efrînê, şivanên niştedagîr bi ser xwediyên zeviyan ên navsal de diqêrin û dibêjin: 'ev zevî milkê meye… divê tu jê derkevî', lê gava ew li ber xwe dide, tê şehîdkirin weke gelek navsalên din, ji ber wê hêja ye em bibîrbînin ku armancgirtina kalûpîran, armanckirina dawîtirî xêza berevaniyê ya ji ber dîrok û taybetmendiya Efrînê ve ye.

TIŞTÊ KU LI EFRÎNÊ DIQEWIME JENOSÎDEKE ÇANDÎ YE

Tiştê ku li Efrînê diqewime jenosîdeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin. Turkkirina deverê bi rêya sepandina zimanê turkî tê kirin, her weha bawerî û gerdişên cuda tên çandin û ji aliyekî din ve îslamkirin di metiryalên xwendinê de, li gor rêbaza rêxistina Îxwan El-muslimîn tê ferzkirin. Di vî warî de mezelên olî, goristanên musilman û Êzdiyan serûber, bi tawanên kafirkirin û bêolderxistinê tên herifandin û dizîn.

Guhertina demogirafî, ne encama dagirkirinê ye, lê ev proje yek ji armancên herî sereke yên dagirkirinê ye, tê xwestin bi rêya koçkirinê re dever ji şêniyên wê were valakirin û yek ji nîşanên wê ew bû , gava ku asta êrîşên ser herêmê gur dibûn ala Tirkiyê li ser dezgeh û avahiyên fermî hat bilindkirin û dagirkirin hat ragihandin û ji hinge ve, roj bi roj demogirafiya herêmê tê guhertin. Ango niştedagîran bi hejmarên zêdetir tînin deverê û di malên şêniyên deverê yên resen de tên niştecîkirin û ewên ku di malên xwe de mane jî, jê tê xwestin ku kirêya malên xwe bidin çekdaran!

HEWLDANÊN JI BO JINAVBIRINA NASNAMEYA DÎROKÎ Û ÇANDÎ YA HERÊMÊ

Ji debara jiyanê, heroj pilana lêtengkirin, perîşankirin û birçîkirina bi mebest, berdewam dikin, ev pilan jî di rêya sepandina bac, tehsîldariyên ne dadmend, desteserkirina malûmilkan, hilkirina darên zeytûnan, şewitandin û êzingkirina tewş ji daristanan re tê cîbicîkirin, herweha av ji bendava Meydankê bo wîlayeta Rêhaniyê tê dizîn.

Hikûmeta Enqerê di dema standina biryara şer de, ne tenê amadebaşiyên leşkerî hazir kiribûn, lê wê nexşeyên pêşwext bi gir û cîgehên şûnwarî jî amadekiribûn û bi taybet ewên tê pêşbînkirin ku gewher û terwendeyên dîrokî tê de hene. Li jêr bin destê dagîrkeriyê, pêvajoyên sîstematîk bo kolan û vekolana li dehên cîgehên dîrokî berdewam dikin û jê parşeyên şûnwarî û antîka hatin derxistin û bo Tirkiyê hatin şandin. Bê guman ev gav bi mebesta jinavbirina nasnameya dîrokî û çandî ya deverê ne.

DERMANKIRINA BIRÎNA EFRÎNÊ BAREKÎ DÎROKÎ YE LI SER MILÊ KURDAN HEMÛYAN

Efrîn dozeke pir-alî ye, lê yê herî li pêş, aliyê wê yê netewî ye, wê lomê barekî dîrokî bi awayekî yekser dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milên partî, hêz û kesayetên Kurd ên xwedî bandor û ji wan tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya jenosîdkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin û birîna wê ya ku ji bêtirî du salan de xwîn jê diherike derman bikin.

Em weke kesayetên rewşenbîrî û akademîsyan ên ku îmaza xwe dane ser vê bangewaziyê, li ser navên xwe her weha li ser navên bi hezaran kesên ku têkilî bi me re kirine, ewên ku niha li hundirî Efrînê, li kampên Şehba û bajarên din dimînin û ji ber ku baweriya me heye, doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike. Ango tê naskirin ku doza Efrînê beşeke ji doseya Kurdî di nav pêngava çareserkirina kirîza Sûrî de, wê lomê, em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokirat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin.

Îro, ji hemî hêzên Kurdî yên siyasî, rewşenbiran, şarezayên zanistî, xwediyên pênûsên azad bi rengên xwe yên ramanî, tê xwestin ku li hemberî civaka Efrînê, yên li hundir û kampanên penaberî û koçberiyê de, helwesteke rijd û zelal bidin, ji çarçova gotarên têyorîk derkevin û bersiva pirsên şêniyên Efrînê li ser çarenivîsa deverê, bi awayekî yekser bidin, rêkên bidawîkirina dagîrkeriyê werin dîtin, herweha çareyek ji êşa şêniyan re bê danîn, ji xwe van hêzên siyasî, ev erk û stûbariya hildane milên xwe û xwe wek nûnerên gelê Kurd didin naskirin, loma behaneyên paşxistinê nema tên pejirandin, herweha bi carekê netê qebûlkirin doza Efrîn dakeve meydana bazarê.

Her weha em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, her weha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe, herweha divê çarenivîsa bi hezaran kesên binçavkirî were aşkerekirin, kar li ser azadkirina girtiyan were kirin, hemî tawankar werin sizakirin û malbatên qurbaniyan werin qerbokirin."

REWŞENBÎRÊN KU MOHRA XWE DANîNE BINÊ BANGWAZIYÊ

Rewşenbîrên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

1. Anjêla Reşo – Dermansaz

2. Aslan Mamo – Şêwekar

3. Axîn Welat – Helbestvan

4. Bediredîn Bîlal – Dadwer û Şêwirmend

5. Bêrîvan Hemûş – Şêwekar

6. Çeleng Omer – Akademîsyan û Aborînas

7. Cemîl Reşîd – Nivîskar û Rojnamevan

8. Dildar Mîtanî – Lêkolîner û Belgekerê Arşîva Dîjîtal

9. Ebdîn Mustefa – Şêwekar

10. Dr. Ebdulla Mihemed – Doktor di Zanîngeha Nant de

11. Ebdulla Şikakî – Nivîskar û Lêkolînerê Dîrokê

12. Dr. Ebdulqadir Hesko – Bijîşik

13. Ebdulrehman Hacî Osman – Rêvebirê Malpera Tîrêj Efrîn

14. Prof. Dr. Ednan Îbiş – Doktora di Bîrkarî de

15. Ehmed Hesen Ekaş – Rojnamevan

16. Ehmed Qitmê – Rojnamevan

17. Dr. Ehmed Yûsiv – Akademîsyan – Doktora di Geşkirina Aborî de

18. Dr. Ekrem Nesan – Bijîşikê Şareza di Bijîşikiya Rewşên Awarte de

19. Elî Îso – Rêvebirê Saziya Êzdîna ya Rojnamevan û Hiqûqî

20. Emîne Ala – Mafnas

21. Emîne Misto – Rojnamevan

22. Dr. Faek Minela Elî – Akademîsyan – Doktora di Aborî de

23. Dr. Ferhad Nesan – Bijîşik

24. Dr. Fexrî Ebdo – Bijîşik

25. Fîras Mehmeûd – Aktor û Şanoger

26. Gulê Xezal – Endezyar

27. Gulistan Sîdo – Akademîsyan – Berpirsa Têkiliyan di Zanîngeha Rojava de

28. Hemrîn Hebeş – Çalakvana Belgekirin û Wergerandinê

29. Henîf Hemo – Şêwekar

30. Hêvîn Hiso – Helbestvan

31. Heyder Omer – Rexneger û Lêkolîner di Wêjeya Kurdî de

32. Hikmet Cemîl (Bangîn) – Hunermend û Dengbêj

33. Hozan Ebdo – Derhênerê Sînemayê

34. Hozan Efrînî – Nivîskar û Rojnamevan

35. Husên Hebeş – Helbestvan

36. Husên Norlo Naso – Parêzer û Siyasetmedar

37. Ibrahîm Şêxo – Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê

38. Îdrîs Mamed – Romannivîs

39. Îmad Şêx Hesen – Parêzer – Navenda Lêkolîn ya Xwndinên Qanûnî

40. Kamîran Elî – Parêzer

41. Kemal Ehmed – Nivîskar û Lêkolîner

42. Dr. Kemal Sîdo – Berpirsê Rojhilata Navîn – Rêxistina Parastina Gelên Jêr Gefê

43. Leyla Alturk – Çaksazkera Şûnwaran

44. Dr. Mamed Cimo – Akademîsyan – Doktora di Zimanên Rojhilatî de

45. Meha Hesen – Nivîskar

46. Mehmeûd Keleş – Lêkolîner di Ola Êzîdî de

47. Mehmûd Çeqmaqî – Helbestvan û Sînemavan

48. Memdûh Tobal – Endezyar

49. Menan Cefer – Mamosteyê Zanîngeha Rojava

50. Merwa Birîm – Nivîskar û Helbestvan

51. Merwan Berekat – Lêkolîner û Romannivîn

52. Mihemed Bilko – Hunermend

53. Mihemed Bilo – Rojnamevan

54. Mihemed Hebeş – Rojnamevan

55. Mihemed Hemo – Navîskar û Helbestvan

56. Mihemed Şerîf – Rojnamevan

57. Mihemed Xelîl – Endezyarê Kîmawî

58. Mihemed Zada – Helbestvan

59. Dr. Mihemed Zeyno – Nivîskar – Doktora di Civaknasî de

60. Mihyedîn Arsilan – Şanoger û Derhênerê Sînemayê

61. Mîtra Yûsiv – Hunermend

62. Mustefa Şan Nebo – Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê

63. Newroz Reşo – Rojnamevan

64. Nîhad Alturk – Şêwekar

65. Dr. Nûrî Şêx Qenber – Bijîşik

66. Dr. Nûristan Memo – Akademîsyan – Doktora Di Kîmya de

67. Pîr Rustem – Nivîskar

68. Pîr Şemo – Lêkolînerê Civaka Êzîdî

69. Rewan Cûmî – Master di Şûnwarnasî de

70. Rifet Zuhêr Al Emo – Şareza di Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navdewletî de

71. Rîma Berekat – Mafnas

72. Robar Îbiş – Mafnas

73. Rohan Mustefa – Akademîsyan – Hevseroka Zanîngeha Rojava

74. Rûken Ekaş – Hunermend

75. Dr. Sebrî Hesen – Mamosteyê Zanîngehê

76. Selah Beyram – Hunermend

77. Selah Sîno – Şarezayê Şûnwar û Mûzxaneyan

78. Selah Yûsiv – Helbestvan

79. Selam Husên – Nivîskar

80. Şêxo Bilo – Mafnas

81. Dr. Seydo Hemo – Bijîşik

82. Tara Îbo – Nivîskar û Helbestvan

83. Temoz Şemalî – Nivîskar

84. Welat Efrînî – Nivîskar û Rojnameger

85. Welîd Bekir – Lêkolîner û Mamosteyê Zimanê Kurdî

86. Xelîl Xemgîn – Hunermend û Dengbêj

87. Yûsiv Bekir – Şêwekar

88. Zekeriya Efrînî – Helbestvan

89. Zinar Ala – Rojnamevan

90. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

91. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

92. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

93. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye

94. Nav Veşartî ye – Li Hundir Efrînê ye