Rewşa tenduristiyê ya girtiyên Behdînanî nebaş dibe

Parlamentera Tevgera Goran Şayan Eskerî diyar kir ku girtiyên Behdînanî di greva birçîbûnê de bi israr in û rewşa wan a tenduristiyê her nebaş dibe.

Parlamentera Tevgera Goran Şayan Eskerî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rewşa girtiyên Behdînanê li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir.

Şayan Eskerî diyar kir girtiyên Behdînanê di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de berdewamin. Her wiha diyar kir ku rewşa girtiyan a tendirustiyê roj bi roj xerab dibe û girtî diyar dikin, ku heta dadgeh biryarek dadperwer nede ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Di beşek din a peyama xwe de Şayan Eskerî dibêje, berpirsyartiya tendirustî û selametiya girtiyan di stûyê serokatiya Herêma Kurdistanê de ye.

Di dawiyê de jî Eskerî dibêje, pêwîste dadgeh serbixwe bin, dadperwer bin û ne di jêr bandora zextên kes û hizban de bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, (Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn) di çalakiya rojiya mirinê de ne. Çalakiya girtiyan ket roja 20’an.

Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî paşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.