Rewşa girtiyên nexweş giran dibe

Hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Mendûh Kiliç, Şevket Bîlîcî û Ekîm Polat giran e û hat gotin, “Divê demildest werin berdan.”

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweşên giran Mendûh Kiliç û Şevket Bîlîcî banga berdana lezgîn kir.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya hefteya 366’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi civîna çapemeniyê lidarxist. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Enqereyê Parêzer Omer Farûk Yazmaci yê vê hefteyê axivî rewşa tenduristiya girtiyên nexweşên giran Menduh Kiliç û Şevket Bîlîcî ragihand.

Yazmaci, diyar kir ku Kiliç 30 sal in di girtîgehê de ye, nexweşê kronîk ê cergî ye û wiha got: “Ji ber vê nexweşiyê ji bi emeliyatê ji 3’yan du perçeyên cergê wî yê çepê girtin. Dîsa di heman cergî de leke hatiye tespîtkirin. Di heman demê de nexweşê astim û KOAH’ê ye ji ber vê yekê mecbûre bi cihaza hilmijê jiyana xwe bidomîne. Dema dikuxe xwîn ji gewriya wî tê û zehmetiya bêhnê û girtinê dikişine. Wekî din nexweşiyên wî yên werimandina laş, şewitandina gewriyê û zivirîna ser hene.”

Yazmaci, bi lêv kir ku ligel di raporên tenduristiyê yên Kiliç de “Tedawiya nexweş tenê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dikare were kirin” hatiye gotin jî di 9’ê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê bû. Yazmaci, da zanîn ku diviya Kiliç bi şertê kontrola edlî hatibûya berdan lê ji ber cezayên wî yên dîsîplînê yên berê înfaza wî hat şewitandin û ligel dîsa serlêdan kir jî daxwaza wî hat redkirin.

Yazmaci, anî ziman ku Bîlîciyê di heman girtîgehê de di sala 2018’an de du caran qeyrana dil derbas kir, du caran anjiyo bû û derbarê rewşa Bilicî de ev tişt gotin: “Di damarên dilê wî de ji sedî 45 tengbûn heye. Di aliyê çepê de janê dikişine. Nexweşiya wî ya bêxwînî heye. Wekî din nexweşiyên wî yên mîde, rûvî, hemoroîd, sinuzît, tansiyonê hene.”

Yazmaci, anî ziman ku Kiliç bi piştevaniya hevalê xwe dikare jiyana xwe bidomîne û wiha berdewam kir: “Ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Hewcehî bi piştevaniya hevalên xwe heye.”

Yazmaci, destnîşan kir ku ligel Kiliç û Bînîcî nikarin di girtîgehê de bimînin jî hêj di wir de tên girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rewşa wan giran dibe. Em dixwazin ku berî ku girtiyên nexweşên giran bên ber mirinê mafê wan ê jînê were parastin û bên tedawîkirin. Di vê çarçoveyê de ji bo tedawiya wan li derve li cem malbatên wan were kirin divê Kiliç û Bîlîcî bi lezgînî werin berdan.”

STENBOL

Ji ber ku girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, mûameleya nebaş lê dihat kirin, ji dozgerê girtîgehê re vegot, gardiyanan îşkence li wî kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 494’emîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne. Daxuyaniya vê hefteyê endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn xwend. Acettîn, da zanîn ku ligel hemû hişyariyan jî ji bo Polat tu gavên erênî nayên avêtin û wiha got: “Pirsgirêkên mafên xwe gihandina tenduristiyê û tedawiyê ji mafê jiyanê yê girtiyan re gefeke.”

Acettîn, agahiyên ku malbata Ekîm Polat derbarê nexweşiyên wî de dan parve kirin û wiha berdewam kir: “Nexweşiyên Polat ên dil, KOAH, helîna hestiyan û hîpofîz hormon hene. Polat dema sewqî girtîgehan dibe mûameleyeke nebaş li wî tê kirin. Herî dawî ji ber girtiyê mûameleya nebaş a li wî tê kirin, ji dozgerê girtîgehê re vegot, gardiyanan îşkence li wî kirin. Ji ber dermanên wî nedanê, sewqî nexweşxaneyê nehat kirin û pirtûk ava paqij nedanê mecbûr ma 90 rojan bikeve çalakiya greva birçîbûnê. Piştî ku rayedarên girtîgehê soza bi cih anîna daxwazên wî da çalakiya xwe bi dawî kir.”

Acettîn, bi lêv kir ku ji ber derfetê tedawiyê yê Polat nîne, nexweşiya wî her ku diçe girantir dibe û banga berdana Polat û hemû girtiyên nexweş kir.