Rewşa girtiyên Behdînanê giran dibe!

Parêzerê girtiyên Behdînanê Herêm Rifat diyar kir ku rewşa girtiyan giran bûye û girtiyek rakiriye nexweşxaneyê.

Parêzerê girtiyên Behdînanê Herem Rifat li ser rewşa girtiyan ji Rojnewsê re axivî. Herêm got ku tenê ji ber aktivîst û rojnamevanên Behdînanê daxwaza mafê xwe û yê xelkê kirine, hatine girtin. Herêm destnîşan kir ku aktivîst û rojnamevanên Behdînanê daxwaza mafê hemû karmendan kirin û îro di girtîgehê de ne, ji bo wê pêwîste karmend bêdeng nemînin.

Herêm bal kişand ser rewşa tendirustiyê ya girtiyên Behdînanê jî û diyar kir ku rewşa wan xirab e. Herêm di dewamê de Desteya Mafê Mirovan a Parlamenta Herêma Kurdistanê jî rexne kir û got, ""Desteya Mafê Mirovan a Parlamentê ji bo çi kar dike? Bi taybetî jî di vê rewşa giran de, rewşa girtiyan gelek xirab e û ti nerazîbûn jî nîşan nadin. Eger deste bê helwst be, bila were hilweşandin baştire. Ji ber ku Desteya Mafê Mirovan bi erkê xwe ranabe."

Parêzer Herêm diyar kir ku wan xwestine girtiyan bibînin, lê asayîşê destûr nedane û rê nadin kes girtiyan bibînin. Herêm bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan jî û got; "14 rojin rojnamevan û aktivîstên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê kirine. Niha rewşa tendirustiya wan gelek xirab e, yek ji girtiyan ji ber rewşa tendirustiya wî gelek xirab bûye, rakirine nexweşxaneyê."