Rewşa girtiyê nexweş girantir dibe

Rewşa tendiristiyê ya Gorgîn Oktar ku ev 27 sal in girtî ye her ku diçe girantir dibe. Malbata Oktar got, ‘Rewşa wî her ku diçe lê girantir dibe. Ji ber ve jî divê were tedawîkirin û berdan.’’

Ji ber êşkence û polîtîkayên tecrîdê yên dewletê yên li ser girtiyan van demên dawî gelek giriyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Îro bi sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehan bi sere xwe nikarin hewcehiyên xwe bi cih bînin. Girtiyên nexweş hem nayên berdan û hem jî tedawiya wan nayê kirin.

Ji bo ku girtiyên nexweş bêne berdan li Kurdistanê û Tirkiyê Nobetên Adaletê dest pêk irin. Çalakiyên ku malbatên girtiyan dane destpêkirin her ku diçe berbelavtir dibe û mablat benag li her kesî dikin ku xwedî li giriyên nexweş derkevin.

Yek girtiyê nexweş jî ku rewşa wî her ku diçe girantir dibe jî Gorgîn Oktar e ku ev 27 sal in rehîn tê girtin.

Oktar ê ku ji Gimgima Mûşê ye û li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê girtî ye, 5 caran emeliyat bûye. Kezeba wî ji 2 paran du jê çûye. Her wiha nexweşiya mezinbuna dil, diyabetê, varîs, werimîna laş, şîn û reşbûna laş jî pê re heye.

Oktar herî dawî bi vîrûsa koronayê ket û di hicreya yek kesî de hatiye hiştin.

Oktar ê ku bi malbata xwe re bi telefonê axivî, got, ‘’Ji ber vîrûsa koronayê pir dikuxim. Ji ber kuxînê xwîn ji qirika min tê.’’

Xwîşka Oktar Hatûn Bîngol got ji ber vîrûsa koronayê kezeba birayê wê êşiyaye û got, ‘’Birayê min ê ku bi vîrûsa koronayê ketî bi xweşikî tedawiya wî nehatiye kirin .Doktoran gotiye ji ber vîrûsê tehde li kezeba wî bûye. Li gel ku ji virûsa koronayê rehet bûye jî hê jî dikuxe. Ji ber kuxikê xwînê davêje.

Beriya niha birine Nexweşxaneya Lutfî Kirdar. Doktorên li vir piştî ku birayê min mieyene kirine ew şandina Nexweşxaneya Dewletê. Li nexweşxanê diviya ku tedawiya wî bikirina lê ji bo ku germahiya laşê wî deyne tirşî, lîmon, sîrke û hwd dane.’’

Bîngol got birayê wê bi telefonê gotiye, ‘’Min û girtiyên din ên nexweş tedawî nakin. Ji bo ku me nebin nexweşxaneyan her lîstikê dikin. Dijûnan li me dikin, zexta pîkolojîk li me dikin. Bi rojan e em li hêviyê ne ku me bibin nexweşxanê. Dema ku dibin nexweşxanê jî bêyi ku bi xweşikî tedawî bikin, bêyî ku tahlîlan bistîni, li ser piyan me mieyene dikin û tînin.’’

Bîngol got birayê wê pir nexweş e, 5 caran emeliyan bûye û got, ‘’Birayê min du caran ji kezba xwe emeliyat bûye. Kezeba wî ji 3 paran du jê çûye. Her wiha dilê wî mezin dibe, nexweşiya diyabetê, varîsa paqan pê re heye, laşê wî diwerim û şîn û reş dibe, ava zer davêje. Birayê min ku ev qasî nexweş e demildest divê were berdan .Ji ber ku her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Ji ber vê divê were tedawîkrin û berdan.’’