'Rewşa girtiyan metirsîdar e, divê bên berdan'

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku li Tirkiyeyê AKP-MHP’ê bêhiqûqî veguherandiye hiqûqê û got: "Li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin. Rewşa girtiyan metirsîdar e. Taşdemîr xwest girtî bên berdan.

Ji ber vîrûsa korona (Covîd-19) li tevahiya cîhanê bi sedhezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û yek ji qadên herî bi rîska şewbê re rû bir û ye girtîgehin. Ji ber vê yekê gelek sazî û dezgehên navneteweyî yên weke Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo girtî û hikumxaran bangên bergiriyên lezgîn kirin. Li Tirkiyeyê li 355 girtîgehan 300 hezar girtî û hikumxwar hene. AKP û MHP’ê bi hinceta şewbê pêşnûmeya înfazê anîn Meclîsê û bi pejirandina qanûnê re nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Lê girtiyên siyasî ji derveyî vê pêşnûmeyê hatin hiştin û niha bi hezaran girtiyên siyasî bi şewba vîrûsê rû bi rû ne. Ev rewş weke “darvekirina veşartî” rastî bertekan tê. Her ku diçe hejmar girtiyên bi şewbê dikevin zêde dibe. 

‘BI PÊŞNÛMEYÊ ÇETE, KUJER Û TECAWÛZKAR BERDAN’

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, pêşnûmeya înfazê û rewşa girtîgehan nirxand. Taşdemîr anî ziman ku berî vîrûsa korona, pêşnûmeya înfazê di rojeva AKP û MHP’ê de hebû û bi vê pêşnûmeyê xwestin kujer, tecwûzkar, çete û kesên madeyan bikartînin ji girtîgehê derxin. Taşdemîr da zanîn ku berî koronavîrûsê çiqas dianîn rojevê rastî bertek û nerazîbûnan dihatin û wiha axivî: “Li gel nerazîbûna raya giştî ev pêşnûme dan rawestandin. Dema ku şewba korona li hemû dinyayê belav bû gelek sazî û dezgehên navneteweyî yên weke Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vê yekê, ji bo girtî û hikumxaran bangên bergiriyên lezgîn kirin. Lê belê AKP û MHP’ê şewba korona weke lûtfek xwedê ji bo xwe dîtin û ev pêşnûme anîn meclîsê û çete, kujer, tecawûzkar û kesên madeyan bikartînin ji girtîgehê derxistin. Lê belê girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê girtin. Di heman demê de AKP-MHP’ê operasyonek hişmendî pêk anîn, li ser bangên rêxistinan gotin, em deriyê girtîgehan vedikin. Lê belê li aliyê din jî girtîyên siyasî ji derveyî vê hiştin. Hikûmeta AKP-MHP’ê suçê li dijî mirovahiyê li Tirkiyeyê kirin qanûn û deriyê suç vekirin.”

‘BÊ HIQÛQÎ VEGUHERANDIN HIQÛQÊ’

Taşdemîr destnîşan kir ku AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê bê hiqûqî veguherandin hiqûqê û wiha pê de çû: “Ji hiqûqê re qilifek amadekirin û çeteyên bi MHP’ê re serbest berdan. Li aliyê din jî xwestin îradeya girtiyan bişkînin. Bi salane nikarin têkoşîna gelê Kurd bişkinin û xwe li ber siyaseta Kurd bigrin. Bi vê pêşnûmeyê xwestin siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehê de ne li hemberî wan çongan danin. Lê ev ne gengaze, ne li hindir de ne jî ji derve ti kes nikare pêşî li siyaseta Kurd bigre. Bi hişmendiya salên 1980’an de faşîzma li girtîgeha Amedê pêk dihat, xwestin bi koronavîrûsê re dubare bikin. AKP-MHP bi rêya kesên çete, kujer, tecawûzkar û kesên suçê li dijî mirovahiyê dikin komeke nû ya çeteyan ava bike. Dixwazin li Tirkiyeyê ji nûve dizaynekê pêk bînin. Di şerê Rojava de jî li pêş çavên dinayayê hemûyê çete bi rêxistin kirin û berê wan didin Rojava. Divê mijarê de hewldanek nû heye û ji vê yekê em bifikarin.”

‘TIRKIYE BER BI TARITIYEK MEZIN VE DIÇE’

Taşdemîr bilêv kir ku li Tirkiyeyê hiqûq her ku diçe tarî dibe û axaftina xwe wiha domand: “Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqê hatine şikandin û rêveberî ketiye destê sultanan. Dixwazin welat bi rêvberiya sultanan rêvebibin. Biryar û çaresûnsa welat li Qesrê tê dayîn û ev ji dibe sedema welat ber bi tarîtiyê ve biçe. Li aliyê din jî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan berdewam dike.  AKP-MHP'ê gelan tîne beranberî hev. Li Tirkiyeyê ti nexweşî û şewb bi qasî gefa nijadperestî û berberiyê ne talûke ye. Rêbazên çareseriya demokratîk û muzakereyî avêt aliyekî û xwe avêt hembêza zagonên mafyawarî û civak bi tarîtiyek mezin re rû bi rû hişt. AKP-MHP Her ku winda dikin êrîşî Kurdan dikin. Her ku êrîşî Kurdan dikin bêtir winda dikin. Gelê Kurd ti carê çonkan na dane û ji her demê xurtir li vir e. AKP-MHP bi vê pêvajoya korona re dixwaze tolê ji Kurdan hilde.”

‘GIRTIYÊN SIYASÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE’

Taşdemîr destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî şewbê tedbîr nayên girtin û xwest hêj talûke zêde nebûye girtiyan serbest berdin. Taşdemîr anî ziman ku li girtîgehan ji bo ku girtî der barê nexweşiya vîrûsê diaxive, malbat cezayê telefonê û neaxaftinê digire û ev tişt got: “Li girtîgehan girtî di hucreyan de tê girtin. Dîsan pêdiviyên paqijiyê û yên rojane ji bo girtiyan nayên dayin. Her wiha testên korona jî nayê girtin. Berî nexweşiya korona ji xwe her demê Girtîgeha Patnosê di rojevê de bû, bi nexweşiya korona re jî ev mirovan ditirsîne. Ji bo girtiyên li Girtîgeha Patnosê av nayê dayîn û rewşa girtiyan li girtîgehê ne başe. AKP-MHP’ê girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû hiştiye. ”