Rewşa dawî ya Heskîfa dîrokî

Heskîfa kevnare ya li Êlihê ku ji bo cihê xwe di nava lîsteya mîrateyên cîhanê UNESCO de bigire 9 ji 10 krîterên pêwîst lê hene, tevî dîroka xwe ya ji 10 hezar salî li ber tinebûnê ye.

Heskîfa kevnare ya li Êlihê ku ji bo cihê xwe di nava lîsteya mîrateyên cîhanê UNESCO de bigire 9 ji 10 krîterên pêwîst lê hene, tevî dîroka xwe ya ji 10 hezar salî li ber tinebûnê ye. Ev bajarê antîk, dîrokeke dewlemend a Bîzansan, Sasanî, Emewî, Abbasî, Hamdanî, Merwanî, Artûklû, Eyyûbî, Selçûklû û Osmaniyan gihandiye serdema heyî. Heskîf bi bedewiya xwe ya dîrokî û xwezayî yek ji cihên girîng ên tûrîzma Kuridstanê ye. Bala tûrîstên biyanî û xwecihî dikişîne.

ŞIKEFT BI BETONÊ HATINE DAGIRTIN

Şikeftên Heskîfê ku hinek ji wan bi rengekî xwezayî çêbûne û hinek jî bi destê mirovan hatine çêkirin û hejmara wan bi hezaran e, bi taybetî balê dikişînin. Lê belê ev şikeftên dîrokî yên Heskîfê bi dînamîtan yek bi yek tên teqandin û xerakirin. Bi navê 'Projeya qewînkirinê' de şikeft tên hilweşandin û hundire wan bi beton tê dagirtin. Tehtên biçûk ên li nava kelehê jî bi makîneyên kar hê jî tên şikestin. Herêma kelehê ku bi têlan dor lê hatiye girtin,, dar jî tên rakirin.

Li Heskîfê, ji Çemê Dîcleyê bêhtir dengê makîneyên kar tê. Wekî din pêşiya Çemê Dîcleyê bi xîzê hatiye dagirtin û bi vî rengî ekosîstema çem hatiye xerakirin. Ji ber vê yekê ava li çem kêm bûye û bi hezaran masî jî telef bûne. Gemara li nava çem gelekî zêde bûye.

DEST NEDE HESKÎFA MIN!

Li Heskîfa ku wê di binê avê de bê hiştin, gelek kes vê hilweşandina li qada dîrokî tê kirin fêhm nakin. Yek ji van jî Ramazan Gök ê 10 salî ye ku li pêş çavên wî tehtên vî cihê dîrokê bi dînamîtan tê teqandin. Ramazan dibêje ku ew gelekî pê diêşe û hêrs dibe. Li gel emrê xwe yê biçûk radihêje tembûra xwe û li ser Heskîfê distirê. Heta ku jê tê dibêje 'Dest nedin Heskîfa min'. Gelek Heskîfên ku bi hinceta ewlekariyê naxwazin ji kamerayê re diaxivin, dibêjin ku ew hatine ji Heskîfê xatir bixwazin.