Rewşa Ûgûr Şakar hê jî giran e

Kurdistanî  Ûgûr Şakar li bajarê Krîefeldê ya Elmanyayê vê sibê li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand. Rewşa tenduristiya Şakran hê jî giran e

Hate diyar kirin ku 64 ji sedî laşê Şakar şewitiye, çîgera spî zirarek cidî dîtiye û îşev gelek kiritîk e.

Piştî bihîstana çalakiya Ûgûr Şakar û rakirina nexwşexaneyê bi sedan kes herikîn Ûnfalklînîk a Dûîsbûrgê.

Kurdistanî heta derengiya şevê ji bo agahiyek ji rewşa tenduristiya Ûgûr Şakar bigrin li peşiya nexweşxaneyê rawestiyane.

Piştî hevdîtina bi bijîşkan re agahî ji bo girseya gel hate dayîn û bang hate kirin ku sibê seat 10:00’an li pêşiya nexweşxaneyê kom bibin.