Rêwîtiya sînemayê ya Halîl Dag ... (1)

Halîl Dag ê li çiyayên Kurdistanê derhênerî kir, beriya 12 salan di dema şerekî de jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Dag, me ji nivîsên wî qala rêwîtiya wî ya sînemayê kir.

Dag di 1'ê Nîsana 2008'an de li Bestayê di şerekî de tevî sê hevalên xwe şehîd bû. Halîl Dag sala 1973'an li Elmanyayê ji dayik bû, sala 1995'an ji bo amadekirina dokûmanterek li ser gerîlayên PKK'ê çû çiyayên Kurdistanê. Ji hingî wê demê ve ji bo kişandina wêneyan, amadekirina fîlman û nivîsandina nivîsan li ser jiyana gerîla li çiyê ma. Li pey xwe şeş fîlm, gelek gotar û rojnivîskên li ser Kurdistanê û gerîlayên Kurd hişt.

Halîl Dag bi vî rengî qala rêwîtiya xwe ya sînemayê dike:

"Ji bavekî ji Îzmîrê û dayikeke ji Agiriyê sala 1973'an li Elmanyayê ji dayik bûm. Salên min ên dibistana seretayî li Îzmîr û Elmanyayê derbas bûn, piştre min perwerdeya navîn û lîseyê li Kolejeke Taybet a Îzmîrê qedand. Dûre em derbasî Ewropayê bûn, weke karkerekî di gelek karî de xebitîm, hem jî li dibistanên êvarê perwerdeya wêneyan wergirt.

Di nava sê salên xwe de yên li Ewropayê min têkoşîna azadiyê nas kir. Sala 1994'an tevlî karê avakirina yekemîn televîzyona Kurd a li Ewropayê Med TV bûm. Di 1'ê Nîsana 1995'an de ji bo hevpeyvînê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikim, weke alîkarê kameramanekî Elman çûm Rojhilata Navîn. Di dema kişandina dîmen de min gerîlayên li dibisatna navendî ya PKK'ê nas kir. Piştî vê bernameyê ku min bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û yekemîn karê min ê watedar bû, min biryar da ku bimînim û hîn bi pêş ve biçim.

Salên min ên piştre bi şervanên azadiya Kurd li çiyayên Kurdistanê derbas bûn...

Rêwîtiya min a sînemayê...

Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekê fîlmekî amade bikim.

Eger derketibûma serê çiyê, eger nebûma gerîla, eger min zarokên leheng ên gelê Kurd nas nekiribûya, eger min şahidî ji jiyana wan re nekiribûya, min ê nekarîbûya fîlm çêbikira. Sînema rêwîtiya min a li çiyê ye ku bi wêneyan dest pê kir... Ez li vê xakê ji dayik nebûm û li vê xakê mezin nebûm. Min tenê çiyayên vî welatî dît, ku navê Kurdistanê lê ye. Û ji dûr ve min ronahiya bajaran dît... Lê di nava çemên wê de şil bûm, min xwe spart tehtên wê, di germa wê ya havînê de xwê dam... Li vir hevalên min çêbûn, hevalên min şehîd bûn. Li pey wan min rondik barand. Li van çiyayên ku demekê tenê ji bo kişandina wêneyan hatim min mirovên van çiyayan nas kir. Bi wan re heman xwarin xwar, li heman betaniyeyê xwe pêça û di heman sermayê de cemidî.

Destpêkê dema hatim min ew biyanî didît li vê derê. Ji bo min ji Îzmîrê wêdetir rojhilat tine bû. Dayika min ji Agiriyê, bavê min ji Îzmîrê bû û ji bilî vê jî agahiyeke min nebû. Ti carî nehatibû bîra min ku jê wêdetir hîn bibim. Min yekemcar Kurd di nava gerîla de nas kir. Berê bi wan re li heman cihî mabûm. Lê belê mirovên destpêkê yên ku min bi çavê Kurdbûnê li wan dinihêrî gerîla bûn. Beriya ku gelekî nas bikim min lehengên wî gelî nas kir. Ji nişka ve bi mirovên dînamîk, herî bi hêz, herî bedew û herî bijarte yên gelekî re bûm heval. Dibe ku ev yek ji bo min şensê herî mezin bû...

Bi perwerdeyeke xwe ya kêm a li ser kamera û wêneyan, di bihara 95'an de daketim bajarê pîroz ê Rojhilata Navîn Şamê. Ev yek ji bo min hem bû destpêka têkoşînê heml jî jiyana min a pîşeyî. Wan rojan ku hîn nû bûbûm bîst û du salî, li Îzmîrê min li dibistaneke taybet xwendibû, li Ewropayê di karên cuda de xebitîbûm, lê belê bersiv ji lêgerînên xwe re nedîtibû û weke şagirtekî nûgihayî yê wêneyan min berê xwe da Rojhilata Navîn. Wan rojan ku min her tişt li pey xwe hişt û ber bi navenda Rojhilata Navîn ve bi rê ketim, baş tê bîra min ku min biryar dabû ku careke din qet venegerim. Bi kelecaneke mezin min hîs dikir ku ya ku ji bo jiyan û pîşeyê xwe lê digerim li vir e. Bi lez û bez ketim nava vê cografyaya ku qet nas nakim, ketim nava mirovên ku qet nas nakim û bi zimanê wan nizanim.

Makînema min a wêneyan û kamera min ji bo kişandina dîmenê jiyanê, ruhê min jî ji bo jiyanê amade bûn. Rêwîtiya min bi rêwîtiya li nava jiyana şervanên azadiyê dest pê kir û dewam kir. Kelecana her du rêwîtiyan bi salan hev xwedî kir. Nedihat bîra min ku tiştên li çiyayên Kurdistanê bibînim û bijîm, wê rojekê min bigihîne asta sînemaye...

Li çiyê min salên dûr û dirêj makîneya wêneyan û kamera bi kar anî. Piştre pê hesiyam ku wêneyên min di destpêkê dikişand wê dûre çiqasî hêja bûna. Dema ku bûm yek ji wan, ew nas kir hingî min hewl da hîn bêhtir rûyê wan, gotinên wan bigirim. Min pîvana destpêkê ya jiyan û pîşeyê wê wan rojan bi dest xist. Rûyekî bi tenê, gotineke bi tenê ya ku min li çiyê dît min bi tiştekî nediguhert. Min ê ti ji wan ji nedîtî nehatibûya. Gotin û rûyên çiyayan ku îfadeya herî xurt a rojên afirandina gelekî ne, wê bi salan bibûna yekane sedema meşa min a li vê cografyayê. Hevalên li çiyê bûn rûyên kadraja min, lê di heman demê de cihê xwe di dilê min de digirtin. Min ji aliyekî objektîfê li wan dinêhêrî li aliyê din jî bi wan re jiyam. Carnabiyanî carna jî bûm yek ji wan.

Min da pey gerîla û li çiyayan meşiyam. Ji bo xwe bigihînim her bilindahiya wan, her devera ku ew xwe digihînin, min xwê da. Ji bo dîmenê her gotin û rûyî bikişînim çi ji destê min hat min kir. Lê belê her tim min êşa xwenegihandinê di dilê xwe de hîs kir. Min her tim hîs kir ku yên min nekarî dîmenê wan bikişîne bi qasî çiya ji yên ku min karîbû bikişîne zêdetir e. Min ên ku nekarî bikişîne di dilê xwe de neqişand. Û navê wêneyên di dilê min de li wan kir. Şevên tarî yên ku objektîfên kamerayan nedidîtin, stranên wan ên dilşewat, kenên wan ên bêdeng, henekên wan ên paqij, eşka wan di kadraja dilê xwe de bi cih kir...

Û di vê qonaxê de sînema derket pêşiya min. Wêneyên dilê min ewqasî zêde bûbûn, ku vegotina wan tenê bi sînemayê dibû.

Sînemaya Kurd wê li çiyê dest pê bike. Hunermendên Kurd dema ku karîbû berê xwe bide çiyê wê hingî karibin sînemayê çêbikin. Çiya nirxê herî mezin e ku gelê Kurd afirandiye. Danhevî û hişê herî xurt ê gelê Kurd e. Xezîneyeke ku bi bedenên ciwan ên zarokên Kurdan ava bûye. Û di nava dîroka mirovahiyê ya mezin de yekane sparteya gelê Kurd e. Gelê Kurd çiya afirandiye. Nêrîn û dîtina li çiyê afirandiye. Huner û sînemaya Kurd wê ji vir be.

Eger gelekî bi hezaran ewladên xwe şandibe çiyê û hunermendên wî gelî nikaribin mîna şervanan bimeşin, nikaribin xwe bigihînin dilê gel hingî wê nikaribin sînemaya wî gelî bikin."

Beşa duyemîn û ya dawî sibe ye...