Rêveberiya Xweser ji bo heyeta ku hatiye destgîrkirin bang kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê xwest bila PDK nûnerên Rêveberiya Xweser û yên PYD’ê berde.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê der barê girtina nûnerê Rêveberiya Xweser yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamê Têkiliyan ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz dema ku diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ji bo ku mêvanên xwe yên ku ji derve hatine pêşwazî bikin ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibûn destgîrkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

 “Hêzên PDK’ê vê sibê nûnerê Rêveberiya Xweser yê Hewlêrê Cîhad Hesen, endamê Têkiliyan ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz destgîr kir. Kesên di vê heyetê de dema diçûn balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ji bo ku mêvanên ji derve hatine, pêşwazî bikin, hatine destgîrkirin.

Li gel ku her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û li gel xeteriyên êrişên dewleta Tirk a dagirker û  li gel ku pêwîstiya me ji her demê bêtir bi yekitiyê heye, ev endam hatin girtin.

Em Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê em vê kiryarê şermezar dikin. Di heman demê de em bang li PDK’ê dikin ku demildest wan serbest berde. Sedema girtinê jî eşkere bike ji ber ku ew nûnertiya aliyên siyasî dikin û di warê dîplomasiyê de dixebitin.”