Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dem dema vegera Şengalê ye

Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser rewaşa Êzidiyên li kampan û bûyera şewatê ya duh li Kampa Şeriya û got: “Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin ku êdî tu wateya berdewamkirina van kampan nemaye. Şengal ji bo vegera Êzidiyan amade ye."

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê bal kişand ser zorî û zehmetiyên Êzidî yên li kampan hatine girtin û dîsa bûyera duh a şewitîna Kampa Şeriya û banga vegerê li hemû Êzidiyan kir û got: “Dem dema vegera Şengalê ye. Ji bo civaka me ya Êzidî bi karesatên nû re rû bi rû nemîne, ji bo ciwanên Êzidî ji ber zehmetiyên jiyanê xwe nekujînin, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dem dema vegera Şengalê ye. Cih û ware Êzidiyan ne kamp in ne jî welatên biyanî ne. Cih û ware Êzidiyan Şengal e.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Wek tê zanîn duh li Kampa Şeriya ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, di saetên nîvro de şewateke mezin derket. Di encama vê şewatê de 400 konên ku civaka me ya Êzidî yên koçber lê diman şewitîn û 6 kes jî bi sivikî birîndar bûn. 184 malbatên me yên Êzidî ku hejmara wan derdora 1000 kesî ne bê cih û war man. Beriya her tiştî wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, xemginiya xwe ya ji ber vê karesatê diyar dikin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin û em dibêjin ku em bi hemû derfetên xwe li gel civaka xwe ya Êzidî ne.

Kampa Şeriya yek ji wan 17 kampên koçberan e ku civaka me ya Êzidî di Fermana 2014’an de ji ber hovitiya çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûn û 12 hezar welatiyên me lê bi cih û war bibûn. Di nav van 7 salên dawî de li kampên ku welatiyên me lê dimînin gelek bûyerên bi vî rengî rû dabûn. Bi taybet di encama şewatên li van kampan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin derketin holê.

Civaka me ya Êzîdî di van kampan de di nav şert û mercên giran û zehmet de hewl dide jiyana xwe berdewam bike. Ev rewş dibe sedem ku li gel zehmetî û ziyanên madî, pirsgirêkên çandî, civakî û jiyanî jî pêş bikevin. Di nav salên borî de çend jin û ciwan ji ber van nakokî û pirsgirêkan xwekuştinê. Kesekî ji axa xwe, ji çanda xwe, ji civaka xwe dûr bikeve piştî demekî ji jiyanê jî dûr dikeve. Divê em mijara xwekuştinê jî li ser vê esasê fam bikin.

Beguman ji çareseriya van pirsgirêkan rêveberiyên van kampan berpirsyar in. Ew kampên ku bi dehazaran civaka me ya Êzidî lê bi cih û war bûne di bin kontrol û berpirsyariya PDK’ê de ne. Ji çareseriya pirsgirêkên kampan, ji tedbîrên pêwîst di serî de PDK berpirsyar e. Xuya ye PDK bi vê erka xwe ranabe. Lê berpirsyariya esasî ya PDK’ê ew e ku li şûna ku rê li ber vegera Şengalê veke, polîtîkayeke ku welatiyên Êzidî di kampan de bigire dimeşîne. Bi vê wesîleyê em bang li PDK’ê jî dikin da ku bi erka xwe rabe, rê li ber vegera Şengalê negire

Em di vê mijarê de, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li saziyên navdewletî jî dikin. Ji bo civaka me ya Êzidî vegera cih û warê xwe yê qedim, bi erka xwe rabin. Li şûna ku civaka Êzidî di kampan de bê girtin an jî berê wan bidin welatên biyanî, divê însiyatîf pêş bixin ku Êzidî vegerin ser axa xwe ya qedîm. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin ku êdî tu wateya berdewamkirina van kampan nemaye. Şengal ji bo vegera civaka Êzidî bi her awayî amade ye.

Lı ser vî esasî  bangawaziya me ya esasî ji bo civaka me ya Êzidî ya li van kampan e. Dem dema vegera Şengalê ye. Ji bo civaka me ya Êzidî bi karesatên nû re rû bi rû nemîne, ji bo ciwanên Êzidî ji ber zehmetiyên jiyanê xwe nekujînin, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dem dema vegera Şengalê ye. Cih û ware Êzidiyan ne kamp in ne jî welatên biyanî ne. Cih û ware Êzidiyan Şengal e. Heya niha bi dehazaran welatiyên me vegeriyane Şengalê û me jî li gor derfetên xwe ew pêşwazî kirine. Em bi vê wesîleyê car din diyar dikin ku em amadene civaka xwe ya Êzidî ya li kampan pêşwazî bikin. Di serî de ew malbatên Êzidî yên konên wan şewitî û bê cih û war mane, em bang li hemû Êzidiyan dikin ku ji kampan derkevin û berê xwe bidin ware pîroz Şengalê. “