Rêveberiya Goran giştî îstifa kirin

Hemû endamên Konseya Rêveber a Tevgera Goran, îstifa kirin.

Konseya Rêveber a Tevgera Goranê (Xaneyî Raperandinî Bizûtneweya Goran) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû endamên wê îstifa kirine û wê desteyek demkî ji bo rêveberiya Tevgera Goran pêk bînin.

Piştî ku di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de ku 10’ê Cotmehê pêk hat, Tevgera Goran ti parlamenter dernexist, hemû endameên Konseya Rêveber a Tevgera Goran dest ji kar berdan.

Konseya Rêveber a Tevgera Goranê (Xaneyî Raperandinî Bizûtneweya Goran) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku tevahiya endamên vê dest ji kar berdane û di demeke herî nêzîk de desteyeke demkî jibo rêvebirina Tevgera Goranê tê avakirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Wek qebûlkirina berpirsyariya vê qonaxa hesas, wek Konseya Rêveber a Tevgera Goranê me biryar da ku dest ji kar berdin, di heman demê di demeke herî nêzîk de desteyeke demkî ji bo rêvebirina Tevgerê tê pêkanîn.”

Serokê Giştî yê Tevgera Goran jî di nava Konseya Rêveber a Tevgera Goran de cih digire. Li gorî vê wî ji îstifa kiriye.