Rêveberê berê yê DBP'ê Candemîr li girtîgehê hate qetilkirin

Endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Candemîr li Girtîgeha Tîpa L a Gîresûn Espiyeyê ku dîl dihate girtin, hate qetilkirin.

Endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Candemîr (60) li Girtîgeha Tîpa L a Gîresûn Espiye hate qetilkirin.

Rêveberiya girtîgehê vê sibehê bi telefonê li malbata Candemîr a li Êlihê geriya û îdîa kir ku Candemîr ji ber krîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Candemîr ber bi Gîresûnê ve bi rê ket. Cenazeyê Candemîr wê li Goristana Asrî ya Êlihê bê veşartin.

Birayê Candemîr Ahmet Candemîr diyar kir ku kekê wî herî dawî roja Înê li wan geriya û jê re gotiye ku rewşa wî baş e.

SALA 2016'AN DÎL HATE GIRTIN

Candemîr ê zewicî û bavê 4 zarokan, 4 sal bû li girtîgehê dîl dihate girtin. Candemîr di navbera salên 2014 û 2016'an de Hevserokatiya DBP'ê ya Bajarê Êlihê kir. Di Kongreya 4'emîn a Asayî ya DBP'ê de ku 29'ê Gulana 2016'an hate lidarxistin, CandemÎr ji bo endametiya Meclîsa Partiyê hate hilbijartin. Di operasyonên qirkirina siyasî de yên 21'ê Îlona 2016'an li navçeyên Hezo û Qabilcewaz ên Êlihê hatin kirin de, Candemîr bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin.

Candemîr ku ji 2016'an û vir ve dîlgirtî bû, di 17'ê Çileya 2021'ê de 17 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.