Reqa, bajarê ku hatibû rûxandin

Beriya bi salekê di van deman de dîsa em di nav kolanên bajarê Reqa de digeriyan. Her kesî bawer dikir ku gel dîsa vegere lê kesî bawer nedikir ku li bajêr dîsa jiyan şên bibe, ji ber sedema ku bajar rûxiyabû.

 Ji xeyînî hêza QSD'ê kes li bajêr nebû. Îro dîsa em li Reqayê ne lê her tişt guheriye. Rast e, rûxîneriya şer li ber çavan e lê jiyan pir hêlî ye.

Ew çar sali n gelê Reqayê yên ku di bin kontrola DAÎŞ'ê de jiyayî hê ew dem ji bîr nekirine, bi keser û êşê behsa wan rojan dikin.

Kewser Ehmed a 32 salî, ku niha kincên rengîn li xwe kirine û di saziyeke ragihandinê de dixebite, di nav axaftinê de dibêje, '' Rojekê bavê min  derbarê min got, 'ev ne keça min e', ji ber ku ez li kolanê dimeşiyam DAÎŞ'ê ez birim û heta sibehê ez kirim zindanê. Sedem jî ew bû ku pêlavên min ne rast bûn. Bavê min jî yixtiyar bû, ji dayika min re got, keça me êdî ne ya me ye.''

Kewserê dema ku ev axaftin kirî, hê jî tirs li ser rûyê wê hebû û got, ''Ditirsim ku dîsa DAÎŞ vegere''.

Dema ku em ji kolanên sereke yên bajêr derbas dibûn, em dibînin ku liv û tevgereke zêde ya gel heye, li her kolanê teqez amûrekî paqijkirinê heye.

Evdile Eriyan, Endamê Komîteya Avakirina Reqayê got, ''Paqijkirina bajêr hê neqediyaye lê binesaziya bajêr me qedandiye, niha av diçe ser hemû taxan''.

Ji aliyê perwerdehiyê ve jî hemû dibistan vekirî ne û li her diibistanê ji 2 hezarî zêdetir şagirt hene.

Elî Şenan, Hevserokê Komîteya Perwerdehiyê ji bo rewşa dibistanan got, ''Hemû dibistan vekirî ne lê divê hinek ji wan werin nûkirin û hinek jê bi temamî divê werin rûxandin. Niha li bajêr 12 dibistanên mezin vekirî ne û li her yekê 2 hezar şagirt lê perwerde dibin.''

Di hêla tenduristiyê de jî bi qasî ku me dîtî çend nexweşxane sazkar in.

Ev bajarê ku beriya bi salekê kevir li ser kevir nemabû niha bûye cihê kar û tevgerê.