Rejîma AKP'ê elektrîk jî li Kurdan kiriye êşkence

Dewleta Tirk di bin navê 'elektrîka qaçax' de gelê Kurdistanê dişêlîne. Şîrketên elektrîkê jimêreka elektrîkê li ser dîrekan danîne û bi vî rengî fatûreyên zêde li welatiyan dibirin.

Şîrketa elektrîkê ya li Wanê, di bin navê 'pêşîgirtina li elektrîka qaçax' de gel bişêlîne. Şîrket Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Gola Wanê (VEDAŞ) a ser bi şîrketa belavkirina enerjiyê Turkerler Holdîng ku nêzî AKP'ê ye, jimêrek li ser dîrekên elektrîkê danî û bi vî rengî fatûreyên gelekî zêde li gel dibire. Ji bo dayina van fatûreyên giran, welatî zor û zehmetiyan dikişînin. Dema ku fatûre di dema xwe de nikaribe bê dayin jî, yekser elektrîk li ser welatiyan tê birîn. Ji bo elektrîk ji nû ve bê dayin jî, 30 lîre heqê vekirinê tê dayin.

FATÛREYA 40 LÎREYÎ BÛ 300 LÎRE

Elektrîka li Wan, Colemêrg, Bedlîs û navçeyên wê ji aliyê şîrketa VEDAŞ'ê ya ser bi Turkerler Holdîngê ve tê belavkirin. Li ti bajarekî Tirkiyeyê jimêrekên elektrîkê li ser dîrekan nîne. Lê belê li hemû bajarên Kurdistanê hemû jimêrek li ser dîrekan e. Li gelemperiya Tirkiyeyê, di elektrîka qaçax de Stenbol, Trabzon, Konya di rêzên destpêkê de cih digirin. Tevî vê yekê jî AKP berdêla elektrîkê bi Kurdan dide dayin.

Beriya niha fatûreya mehane ya elektrîkê 40 heta 60 lîreyî bû. Lê belê piştî ku jimêrekên elektrîkê li ser dîrekên bi 8 metreyî bilind hatin danîn, fatûreya mehane bû 300 heta 400 lîreyî.

MIROV NIKARIN LI DIJÎ FATÛREYA ZÊDE DERKEVIN

Ji ber ku jimêrek li ser dîrekan hatine bicihkirin, welatî nikarin fatûreyê bibînin û nikarin li dij derkevin. Tevî jimêrekan, şalterên elektrîkê jî li ser dîrekan e. Dema ku li malekê şalterê avêt, erka welatiyan nîne ku biçe şalterê rake. Ji ber vê yekê, di nava serma û seqema zivistanê de bi rojan bê elektrîk dimînin.

Welatiyekî ji Wanê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re got, AKP û şîrketên alîgirê wê bi vê rêyê gel dişêlînin. Welatî got, "Ji roja ku jimêrekên eletkrîkê danîne ser dîrekan, fatûreyên me zêde tên. Ji ber van jimêrekan em nizanin bê me çiqas elektrîk xerc kirine. Eger me karîbûna jimêrek bidîta, hingî me yê hesabê xwe li gorî wê yekê bikira. Dewlet û şîrketa elektrîkê baş bi vê zane, lewma jimêrekên elektrîkê danîn ser dîrekan. Armanca wan ew e ku hîn bêhtir pereyan bistînin."