Rejîma Îranê welatiyeke Bakurê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê kir

Rejîma Îranê piştî destgîrkirina 10 meh û êşkenceyan welatiya ji Bakurê Kurdistanê Nesrîn Malxaç radestî dewleta Tirk a dagirker kir.

Li gorî rapora tevna mafê mirovan a Kurdistanê rejîma Îranê di dawiya meha Kanûna 2019’an de welatiya ji Bakurê Kurdistanê Nesrîn Malxaç radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye.

Nesrîn Malxaç ya 19’ê salî  Sibata 2019’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtîlaetê ve bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate destgîrkirin. Di nava 10 mehan de li girtîgeha Îtîlaetê hate girtin û êşkence kirin.

Li gorî rapora tevna mafê mirovan ya Kurdistanê dema destgîrkirinê de Nesrîn Malxaç bi lêdana dijwar û êşkenceyê hate girtin. Li gorî  rêxistina mafê mirovan gelek caran destdirêjî li Malxaç hate kirin û li girtîgehê hewl da xwe bikûje lê ji aliyê hevalên wê ve hate astengkirin.

Nesrîn Malxaç piştre ji aliyê rejîma Îranê ve radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Destpêkê ew birin Bazîdê û piştre jî ew şandine Mêrdînê.