Rejîma Îranê li Rojhilat kolberek kuşt

Hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd ê Kirmanşanê kolberek ji ser zinarê avêt.

Li ser sînorê Newsûd ê Kirmanşanê hêzên rejîma Îranê kemînek li pêşiya kolberan danî. Mihemed Kerîm ê ku piştî hate girtin êşkence lê hate kirin, ji zinarê hate avêtin. Hate diyarkirin ku Kerîm ê ku hatiye qetilkirin li bajarê Rehmanî yê Sineyê dijî û debara xwe bi kolberiyê dike.

Rejîma Îranê piştî ku sînor girt û baca gumrikê zêde kir, êrîşên xwe yên li ser kolberan jî zêde kir.

Kolbar, kesibkar û esnaf 25 roj in li hemberî rejîma Îranê di boykotê de ne.