Hêzên Îranê li Merîwanê kolberek qetil kir, li Nevsûdê jî yek birîndar bû

Li herêma sînorî ya Nevsûd a girêdayî Kirmaşanê kolberek birîndar bû û li Merîwanê jî kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve tê qetilkirin.

Hêzên çekdar ên Îranê bê navber kolberên ku ji bo debara xwe li ser sînor kar dikin, dikin hedef û qetil dikin.

Kolbernewsê têkildarê kolberan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nûçeyek parve kir ragihand ku kolberek birîndar û kolberek jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên hatiye parvekirin duh kolberê bi navê Husên Selkanî (51) xelkê gundê Şebankare ya girêdayî bajarê Ciwanro li bilindahiyên herêma sînorî ya Newsûdê dema kolberî dikir ketiye xarê û bi giranî birîndar bûye. Ji bo dermankirinê ew rakirine nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê.

Dîsa di heman nûçeyê de hatiye ku îro kolberê bi navê Sîrwan Gulzarî xelkê gundê Cejnava ya girêdayî Merîwanê dibe armanca gulebaran hêzên Îranê û di encama wê de jiyana xwe ji dest dide.