Rejîma Îranê di nava mehekê de 30 Kurd destgîr kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ragihand ku rejîma Îranê di nava mehekê de 30 Kurd destgîr kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di derbarê rewşa girtin û destgîrkirinên welatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê, îro li ser tora xwe raporek weşand. Di raporê de hatiye gotin ku di nava mehekê de herî kêm 30 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê hatine destgîrkirin.

Her wiha ji wan 30 welatiyên ku ji aliyê Îttîlaata Sipahê û Wezareta Îttîlaatê ve hatibûn destgîrkirin 4 kes bi dayina kefaletê ji bo demekê serbest hatine berdan û biryara girtina 4 kesên din jî xistine meriyetê.

Li gorî heman raporê rewşa piraniya kesên destgîr bûne ji ber ku derfetê nadin wan da ku bi derve re pêywendî deynin, ji rewşa wan agahî nayên stendin.

Kesên hatin destgîrkirin ji bajarên Kamyaran, Sine, Ûrmiye, Kirmaşan, Merîwan, Ciwanro, Neqede, Şino, Bokan, Pîranşar û Serdeştê ne.

Dîsa di raporê de hatiye gotin ku di nava vê mehê de biryara sêdaredanê dane girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Şakir Bêhrûz û daxwaza ji nû ve darizandina girtiyekî din ê bi navê Heyder Qurbanî hatiye red kirin. Di heman demê de biryara sêdaredanê ya Hûşmend Elîpûr jî hatiye betal kirin û di şûbeyekî din ê dadgeha şoreşê ya bajarê Sine ji nû ve hatiye darizandin.

Di dawiya raporê de jî navê kesên ku di nava vê mehê de hatine destgîrkirin hatiye tomarkirin.

Hêjayê gotinê ye tevî ku cîhan nerazîbûnê nîşanê siyaseta Îranê dide lê siyaseta girtin û sêdaredana welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê bê navber didome.