Rejîma Îranê Balekayetî da ber topan

Rejîma Îranê herêma Balekayetî bi dijwarî topbaran kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, saetên danê siharê, rejîma Îranê bi dijwarî herêma Balekayetî ya ser bi Hewlêrê topbaran kiriye. Bi taybet Îran herêmên ku cotyarî lê tê kirin, dide ber topan.

Çavkaniyan ragihand ku Îranê 30 deqeyan bi dijwarî ev herêm dane ber topan.

Hêjayî gotinê ye duh êvarî jî rejîma Îranê gundê Berbezên, Bineperêz, Nawrûbaran û Ketîne ên ser bi Sîdekan a herêma Biradost bombebaran û topbaran kir. Ji hefteya borî ve Îran herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dike.