Rejîma Îranê 2 welatiyên Kurd destgîr kirin

Di demên dawî de hêzên rejîma Îranê dîsa dest bi pêlekî yê destgîrkirina welatiyên Kurd kiriyê. Li bajarê Merîwanê mamosteyek û li Bokanê jî welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin destgîrkirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku di çarçoveya pêla girtin û destgîrkirina welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê de li bajarê Merîwanê endamek yê Meclîsa Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê yê bi navê Cebar Dûstî hatiye destgîrkirin.

Her wiha hat ragihandin ku roja pêncşemiya bihorî jî welatiyek din yê bi navê Hêmin Resûlzade xelkê gundê Mîrava yê Bokanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye destgîrkirin.

KMMK’ê diyar dike ku nayê zanîn bê ka ji ber çi ew du welatî hatine destgîrkirin û rakirine kuderê.