Rejîma Îranê 2 kolber birîndar kir
Îro li herêma Nûsûd ji ber gulebarana rejîma Îranê 2 kolber birîndar bûn.
Îro li herêma Nûsûd ji ber gulebarana rejîma Îranê 2 kolber birîndar bûn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hana ragihand ku îro li gorî dema herêmê di saet 00:30’an de 2 kolber li herêma Nûsûdê birîndar bûne.
Li gorî agahiya rêxistinê hatiye gotin ku hêzên rejîma Îranê li herêma Nûsûd a girêdayî Ciwanro ya Rojhialtê Kurdistanê gule li komek kolberan direşîne. Ji bo ku xwe rizgar bikin kolberan hewldan ku xwe dûr bixin, di wê rewşê de ji wan kolberan 2 kolberên bi navê Serkewt Keremî û Mesûd ku xelkê Ciwanroyê ne ji zinaran dikevin xarê û bi giranî birîndar dibin.
Her wiha hatiye ragihandin ku ji ber rewşa birîndarî ya Mesûd giran bûye, hê jî li nexweşxaneya Ciwanroyê di bin çavdêriya dermanî de ye.