Rehîm: Ji bo pêşî li komkujiyê bê girtin yekîtiya Kurd girîng e

Di 34. salvegera bi dawîhatina proseya Enfalê de Xelîl Rehîm diyar kir; “Dadgeh û navendên navnetewî wê demê bêdeng bûn, niha jî li hemberî jenosîda Kurdan bêdeng in.”

Proseya Enfalê ya ku zêdetirê 200 rojan dom kir, hemû qonaxên wê di 6’ê Îlona 1988’an piştî rûxandina giştî gundên Kurdistanê bidawî bû.

Îro 6’ê Îlonê 34. salvegera bidawî bûna proseya Enfalê ye. Bi vê boneyê Rêveberê Dezgeha Şehîdan û Kesên Enfalbûyî ya li Kerkûkê Xelîl Rehîm ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘ÇEKÊ KOMKUJIYÊ Û QEDEXEKIRÎ LI DIJÎ GELÊ KURD BIKAR ANIYE’

Têkildarê qonaxên Enfalê û bidawî hatina wê Xelîl Rehîm ev tişt anî ziman; “Ez di serî de bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan ditewînim. Proseya Enfalê bi heşt qonaxan derbas bû ku qonaxa wê ya dawî roja 6’ê Îlona 1988 bidawî bûye. Di proseya Enfalê de rejîma Baasê ya hilweşiya hemû hêz û çek bikar anî û heta çekên komkujiyê û qedexekirî li dijî gelê Kurd bikar aniye. Di nava 8 qonaxên proseya Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurd ji hemû çîn û beşên civakî hatin komkujkirin.”

‘PIRANIYA QURBANIYAN JIN Û ZAROK BÛN’

Rehîm her wiha bal kişande ser bîlançoya qurbanî û zirarên madî yên pêla bi navê Enfalê û sedemên destpêkê yên wê komkujiya dijî Kurd û wiha pêde çû; “Di vê proseya jenosîdkirina gelê Kurd de zêdetirê 182 hezar Kurd hatin komkujkirin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Her wiha zêdetirê 4 hezar û 500 gund li hawîrodara Kerkûkê û navçeyên bi nakok bi erdê re bûne yek, heta zewiyên wan ên çandiniyê jî hatin tunekirin.”

‘ARMANCA WÊ TUNEKIRINA HEMÛ GELÊ KURD BÛ’

Xelîl Rehîm di dewama axaftinên xwe de wiha îşaret bi armancên Enfalê kir, “Armanca ji wan heşt qonaxên Enfalê tunekirina hemû gelê Kurd bû. Baş bû ku gelê Kurd karî parastina xwe bike. Qurbaniyên proseya Enfalê anîne baregeha leşkerî ya Topizava û Dubiz ên Kerkûkê. Piştre jî ew veguhastin çolên başûr ên Iraqê û hema li wir hemû bi zindî xistin gorê û komkujkirin. Mixabin heta niha hestiyên qurbaniyan bi giştî neanîne Kurdistanê, bi boneya salvegera 34. a bidawî hatina proseya Enfalê daxwaz ji hikumeta Iraqê dikim ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze û pêwîste hikumeta Iraqê erkê xwe ya di vegerandina hestiyên qurbaniyên Enfalê pêk bîne û tezmînatê bide malbatên wan.”

‘LI BER ÇAVÊ HEMÛ CÎHANÊ KURD HATIN JENOSÎDKIRIN’

Rehîm her wiha têkildarê sedemên ne nasandina doza Enfalê weke jenosîd li Dadgeha Navnetewî jî ev nirxandin kir; “Em Kurd li ber çavê hemû cîhanê bi heşt qonaxên proseya Enfalê ji aliyê rejîma Baasê ve hatin jenosîdkirin. Dadgeha Navnetewî û navendên navnetewî wê demê bêdeng bûn, niha jî dîsa bêdengin li beramber jenosîdkirina Kurdan. Heta roja îro jî doza proseya Enfalê weke jenosîd nas nekiriye.”

‘JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ BÊ GIRTIN YEKÎTIYA KURD GIRÎNG E’

Di dawiyê de Rêveberê Dezgeha Şehîdan û Kesên Enfalbûyî ya li Kerkûkê Xelîl Rehîm ji bo ku Kurd careke din bi kumkujî û jenosîdê re rû bi rû nemîne ev peyam û bang kirin, “Hemû rejîmên ku heta niha li Iraqê ava bûne zilm li Kurdan kirine, heta niha jî Kurd ji metirsiya rejîma Iraqê rizgar nebûye û metrisî li ser gelê Kurd heye. Ji bo ku careke din gelê Kurd bi komkujî û Enfaleke nû re rû bi rû neyê, yekîtiya gelê Kurd li hemû Kurdistanê pir girîng e, bi taybetî li bajarek weke Kerkûkê. Daxwaza min ji hemû hizbên Kurdistanî heye ku hemû nakokiyên xwe yên hizbî li derweyî Kerkûkê bihêlin û li Kerkûkê bi yekrêzî û xwişk û biratiyê bi hevre ji bo gelê me bixebitin. Ji ber ku dijminên gelê me berdewam hewl didin nakokiyê di nava gelê Kurd de çêbikin.”