Rêhevalê wî yê Elman: Zekî kesekî ji dil bû

Di sala 2011’an de dema ku bihîst PKK’ê em vexwendine Çiyayê Qendîlê, Zekî hat ba me. Ji ber ku wî dostên xwe yên berê hîç ji bîr nedikir.

Min Zekî (Îsmaîl Ozden) di sala 1990’î de nas kir. Ez, hevjîna min Beate Reîb, hevalê me yê hevpar Huseyîn Çelebî û wekî hevalên me yên din li Bakurê Elmanyayê em di nav xebatên piştgiriya Kurdistanê de bûn. Zekî di sala 1991’an de ji ber sedemeke beredayî hate girtin û di Doza PKK’ê ya duyemîn de tevî sê hevalan li Celleyê derket pêşberî dadgehê. Doz heta sala 1992’an domiya. Dema ku doz didomiya Zekî hate tehliyekirin. Piştre li Hambûrgê dest bi xebatan kir.

Di wan çaxan de ez û Beate di sendîkayê de dixebitîn. Em û Zekî ji bo ku em karibin dostên xwe yên Elman di warê meseleya Kurdan de serwext bikin, me bi hev re ev rewş dinirxand. Zekî diyar kir ku ji xeynî Batmanê ya ku Sendîkaya Petrol-Îş lê xurt e, ew ê zehmet be ku mirov karibe li Kurdistanê qala karkerên rêxistî bike. Piştre têkilî di navbera me de danî û di Gulana 1992’an de tevî nûnerên 20 kargehan û sekreterên sendîkayê em hefteyekê bûn mêvanên Petrol-Îşê. Li wê derê em çûn serdana Şirnexê ya ku dewleta Tirk ew hilweşandibû. Beriya hilweşandina duyemîn a di Tebaxa 1992’an de ya ku gelê Şirnexê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê û îro li Mexmûrê dijîn.

Vê tûra delegasyonê hate wê astê ku salê bi kêmanî carekê tê kirin û di şertên cihê de didome. Piştî ku ev xebat me bi me re meşand, Zekî bi carekê re ji ber çavan winda bû, ji ber ku çûbû Çiyayê Şengalê ya ku Êzidiyan xwe li wê derê birêxistin dikirin.

Di sala 2011’an de dema ku bihîst PKK’ê em vexwendine Çiyayê Qendîlê, Zekî hat ba me. Ji ber ku wî dostên xwe yên berê hîç ji bîr nedikir.

 Di wêneyê de Zekî, Beate û dosta me Medya heye ya ku 20 sal in li Çiyayên Kurdistanê bijîşktiyê dike.

Wekî ku di wêne de tê dîtin Zekî kesekî rûken û ji dil bû. Ew ne endamekî klasîk ê artêşekê bû. Ji xeynî mutewazîbûna xwe nirxên kapîtalîzmê li ser wî bandor nekiribû û qedir dida mirovan û ji bo civakeke nû dixebitî.

Zekî yê ku kurê wî li Elmanyayê ji dayîk bûbû û piştre çûbû çiyê 6 meh berê dema ku bihîst hevjîna min Beate Reîb jiyana xwe ji dest daye, tevî rêhevalên me yên berê ji çiyayê Kurdistanê ‘bandajeke şînê’ şand ya ku bi rengên kesk û sor û zer hatiye çêkirin. Niha ew jî hate qetilkirin. Wekî Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li Parîsê ji aliyê artêşa faşîst a Erdogan hatibûn qetilkirin. Ev qetilkirin li pêş çavên Elmanya û Fransayê pêk hat ên ku endamên NATO’yê ne.

Bi vê êş û azar û hêrsa mezin ez têkoşêrên li ser rêya civaka hevgirtinê têdikoşin, wan bi hurmet bi bîr tînim.

*Robert Jarowoy ê ku piştî salên 1980’î li Elmanyayê di nav xebatên piştgiriyê yên Tevgera Azadiyê Kurdistanê de ye û tûrên heyetan ên ji bo Kurdistanê amade dike, ji bo Endamê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ji servîsa bi Elmanî ya ANF’ê ev nivîs nivîsand.