Recep: Divê li dijî êrîşan rêveberên Iraqî bikevin tevgerê

Parlementer Yusra Recep li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê, bang li Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlementoyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve tevgerê.

Endama Fraksyona Tevgera Nifşê Nû ya Parlementoya Iraqê Yûsra Recep a têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Yusra Receb eşkere kir ku li gorî madeya 1'ê destûra Iraqê dagirkeriya dewleta Tirk şikandina rûmet û serxwebûna dewleta Iraqê ye û got; "Li gorî madeya 109'an a beşa 2'emîn a madeya 110'an destûrê parastina sînoran erka taybet a hikûmeta Iraqê ye. Li ser vî bingehî ku Adil Ebdulmehdî Fermandarê Hêzên Çekdariyên Iraqê ye, bi erka xwe rabe û bêdengiya xwe bişkêne. Sînorekê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk dane. "

Receb bal kişand li ser dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got; "Dewleta Tirk, bi berdewamî sînorên Iraqê derbas dike, 35 kîlometreyan hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Dagirkeriya Tirkiyeyê di nava van du salen borî de, zêde bûye. Bandoriyê li jiyana welatiyên 120 gundên herêma Bradost û bajaroka Sîdekan dike."

Yusra Receb diyar kir ku ji ber bombebarana dewleta Tirk heta niha bi dehan kes şehîd û birîndar bûne û gelek ziyana madî pêk hatiye.

Parlamentera Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb bal kişand li ser raperîna xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û got; "Tevî nerazîbûn û serhildana xelkê herêmê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ku mînaka li ber çav xelkê Şêladizê nîşan da, lê mixabin herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ti helwesta wan nebû û bêdengî hilbijartine."

Herwiha Parlamentera Tevgera Nifşê Nû ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb bi nivîsekê ji Serokê Parlamentoyê xwest ku bi rêya Wezîrê Derve yê Iraqê re bang li balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bike û nameya şetmerzarkirinê pêşkêş bike.