'Rêber Apo gelek tişt hînî me kir'

Dr. Abdulqanî Şiwêş ku sala 1990'î serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got, "Di hevdîtineke du saetan de ya bi Rêber Apo re mîna ku bûm xwedî xezîneyekê. Kesekî dilnizm û bi êşên gel û herêmê zane gelek tişt hînî me kir."

Dr. Abdulqanî Şiwêş doktorekî diranan ê ji Amûdê ye ku li bajarê Hesekê ye. Beriya bîst û pênc salan li bajarê Hesekê bi cih bûye. Salên 1990'î tevlî komeke xwendekaran bû ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret bike. Şiwêş ji ber hin pirsgirêkan nekarî biçe û dema ku firsenda duyemîn bi destê wî ket yekser çû serdana Ocalan.

Dr. Abdulqanî Şiwêş dema serdanê û bîranînên xwe vegot: "Sala 1990'î Rêber Apo xwestibû bi komeke ji deh xwendekaran bi taybetî hevdîtinê bike. Me xwest biçin, lê belê ji ber hin pirsgirêkan mixabin em nekarî biçin. Sala 1995'an di salvegera damezrandina PKK'ê de çûm gel Serok.

Tevî pênc sed kesên ji Rojavayê Kurdistanê, ji Sûriye û derve hatin em çûn gel Serok Apo. Di civîneke berfireh de qala dema beriya avabûna partiyê û piştî avabûna wê kir. Di axaftina xwe de ji Bakurê Kurdistanê heta Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û dinyayê qala gelek tiştan kir."

Dr. Şiwêş anî ziman, wê demê êrîşên qirkirinê yên ku Tansû Çîller li Kurdistanê dest pê kir hatin nirxandin û got, "Sala 1994'an li Bakurê Kurdistanê bi destê Tansû Çîller û yên pê re çar hezar gundên me hatin şewitandin û valakirin. Di kuştinên kiryar nediyar e ku kiryarên wan diyar bû gelek welatparêz û rojnamevanên me bi destê çeteya Tansû Çîller hatin windakirin û kuştin. Der barê wê demê de Serok gelekî bi me re axivî.

Di axaftina Serok de gelek tişt hebûn. Giranî da ser wê yekê kku mirov dikare çawa xwe û dîroka xwe nas bikin, çawa dikarin dersê jê derxînin. Piştî civîna du saetan ji beşdaran pirsî ku tiştekî dixwazi bipirsin heye yan na. Ji ber ku hewl dida pirs di serê me de nemîne û bi rêya me dixwest xwe bigihîne gel.

Hevalek hebû ku em bi hev re çûbûn, navê wî Hecî Hesen bû niha wefat kiriye, wê demê jî emrê wî gelekî ji yê me mezintir bû. Pirsa ku dixwest bipirse di rê de ji hevalê berpirsyar pirsî û wî jî got, tu dikare bipirse. Wî jî pirsî, 'Xwedê neke eger tiştek bi we were gelo kesek heye ku karibe vê tevgerê bi rê ve bibe?' Serok jî got, 'Eger hûn heta niha nehatibin ser hişê xwe, we fêhm nekiribin, eger gel alîkariyê nede rêberê xwe, rêber îro heye sibe nîne, ji xwe ew jî mirovek e, eger şûna wî neyê dagirtin, di rewşekê de ku ewqasî lehengî û fedayîtî heye eger hîn ders jê nehatibe derxistin, hingî ew gel mehkûmî tinebûnê ye'."

Dr. Şiwês anî ziman ku hevdîtina du saetan ji bo her kesî mîna perwerdeyê bû û got, "Piştî nîqaşê em li hev rûniştin û me bi hev re xwarin xwarin. Mîna hin kesên ku me ew berê weke rêber nas dikirin û bi malbata xwe dihatin naskirin, ji me hebû ku ew jî mîna wan e û xwe di ser gel re dibîne. Ji ber ku kesayetên li Başûrê Kurdistanê rêveberiyê dikin dema ku dihatin mala me hem di dema xwarinê de hem jî di rabûn û rûniştinê de xwe ji gel mezintir didîtin.

Di hevdîtinê de ya bi Rêber Apo re me nêzîkatiyeke wiha qet nedît. Me dît ku her tişt zanistî ye û fedakarî ye. Em baş hîn bûn ku di rewşeke mirovên me bindest in de, mirov çawa xwe ji bo gelê xwe feda dikin û dibin leheng. Hevdîtina du saetan a bi kesayetekî mîna Rêber Apo re ji bo min bû mîna bidestxistina xezîneyekê. Kesekî dilnizm bû û bi êşên gel û herêmê baş zanîbû, lewma gelek tişt hînî me kir."