Rayedarên KNK û YNK'ê li hev rûniştin

Hevdîtinên heyeta KNK'ê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Heyetê piştî serdana Tevgera Azadî, bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo pêşî li hewldanên şerê navxweyî bigire û karên ji bo yekîtiya neteweyî bimeşîne, li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe dewam dike.

Heyeta KNK'ê piştî hevdîtina bi rayedarên Tevgera Azadî re serdana Navenda Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Silêmaniyeyê kir.

Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat û hîn daxuyaniyek nehatiye dayin.