Rasthatina li Şoreş Masîro

Biharê ez di derbarê gerîlayê ku sîlueta wî di rojeke payîzê de di bîra min de nemaye gotinan dibihîzim. Paşê dema em rastî hev tên û ez çîroka Şoreş Masîro ji wî bi xwe guhdarî dikim.

Li nuqteyekî qelebalix a gerîla li binê darekê ku hema cihê mange lê namînin, gerîlayekî ciwan ku rûniştiye, bala min dikşîne. Dema min rûyê ku tu baş nabînî û ji Bestayê re biyanî ye ferq kir, ez ji gerîlayê ku me bi hevre li ber deriyê mangê nîqaş dikir dipirsim, gerîlayê rûniştî kî ye. Piştî ku min bersiv da ku ew gerîlayekî nû ji Katoyê hatiye, ez wisa fikirîm ku yan bêriya çiyayên Katoyê ku jê hatiye dike û bi hesret bîranînên xwe nû dike, yan jî dixwaze berî her tiştî ji aliyê ruhî ve vî welatî ku ew biyanî dibîne, nas bike, ez bera awira xwe ya bi mereq jê dizivirînim û derbasî mangayê dibim.

Di mehên biharê de ez di derbarê gerîlayê ku sîlueta wî di rojeke payîzê de di bîra min de nemaye gotinan dibihîzim. Kêrhatiyên wî di nava hevalên wî yên têkoşînê de dibe mijara axaftinan. Ez bi baldarî guhdar dikim û ez hewl didim ku wê bînim bîra xwe, bi razandina aliyê ji bîr dike yê mejiyê xwe li ser maseya lêpirsînê… Bê fayde ye ku ji mêjiyê xwe îşaretan bi dest bixim. Dibêjim ew ê bê nuqteya ku ez demeke kurt li gel wî me ango bê rex Fermandarê Eyaletê Ercan Igdir û wê demê em ê hev bibînin. Çend roj beriya ku bigihêje noqteyê, ez diçim yekîneyeke din a gerîla. Careke din ez nikarim nas bikim û dîsa agahiyên têkildarê wî werdigirim.

Gerîlayê ku ji aliyê hevalên xwe ve weke kesekî ciwan, jêhatî û zîrek ku di mijarên îdeolojîk de xwedî meraqe tê naskirin, diçe û ez careke din nikarim dema wî bigirim. Lêbelê, ger ez rojek berê bigihîştibama nuqteyê, min ê wî nas bikira.

Ew diçe, navê wî dimîne. Navûdengê wî ku ji aliyê rêhevalên wî yên li ser rêyên ku ez dimeşim dihat ziman li Mêrgumarê deng vedide. Di wan kêliyan de dibe navê kenê li ser rûyê rêhevalên xwe. Vegotinên li ser wî min ber bi wî ve dikişîne. Ya li gel min ne meşa qasidekê ye ku bêhna agahiyan distîne, lê meşa rêwiyek e ku vê nûçeyê jiyanî dike. Ez diçim nuqteya ku ew li wê derê ye û fêr dibim ku ew li ser peywirê ye. Ez ji bo naskirina wî gerîlayê ciwan ku min nikarîbû di dema xwe de wî bibînim, dem vediqetînim.

SOREŞ MASÎRO VEDIBÊJE

Di metbexeke biçûk a gerîla de, ez rastî gerîlayê rûken û bi mîzacên komîk têm. Gerîla Şoreş Masîro (Îbrahîm) bi daneheva zanîna xwe ya ku wê qet ji bîra min neyê paqijkirin, bi rûmeta wê hevdîtina kevin a jibîrnekirî şopa xwe dihêle.

Ez bi zimanê wî li çîroka wî guhdarî dikim:

“Ez li gundê Masîro yê navçeya Şaxê ya Wanê hatime dinê. Ez di nav derdoreke welatparêz de mezin bûm. Bi mezinbûna di nav dorhêleke wiha de bi awayekî xwezayî min nêzî PKK’ê ku têkoşîna azadiya Kurdistanê birêve dibe kir. Bi samîmiyeta vê nêzîkatiyê ez di refa dawî ya dibistana amadeyî de tevlî têkoşîna gerîla bûm. Tevlîbûna min ne wisa plankirî bû. Rojekê min heval dît û got dema min jî hatiye. Min got, beriya ku dem li ser têkoşînkirina bi van hevalên ku serê xwe ji bo azadiya welatê me yê bedew danîne derbas bibe, êdî bêyî ku ez erka dikeve ser milê min taloq bikim divê derkevim rê û di dawiya sala 2019'an de ez tevlê bûm. Cihê yekem ku ez hatim çiyayên Kato bû. Min ezmûna xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li çiyayên Katoyê bidest xist. Sala din hevalan vesaziya min ji bo Bestayê çêkirin. Ez ji bo ewlekariya hevalê Egîd Civyan çûm. Dibe ku ev hevok hinekî komîk xuya bike, ji ber ku bi ezmûna xwe ya gerîlatiya yek salî, ez çawa dikarim bibim ewlekariya heval Egîd Civyan ê gerîlayê salan e, ne wisa? Ya rast ev e ku min ji xeynî ewlekariyê, li gel wî ezmûn û tecrubeyên ku wî bi salan bi dest xistibû jê digirt. Wate ji bo ku ez ji gerîlayekî hoste fêrî fenên gerîlatiyê bibim hatibûm vesazkirin. Nêzî du sal in ez li Bestayê me. Di vê demê de ez li herêma Herekol û Kela Memê jî geriyam. Ez fêrî aliyên bêhempa yên her herêmek ku ez lê geriyame bûm. Ez hîn bûm ku armanca têkoşînê li hemû herêman yek e, rêhevaltî yek e, lê ji aliyê erdnîgariyê ve şêwaza gerîla cuda ye. Min di demeke kin de gelek tecrube bi dest xist. Ev bê guman ji bo min şansek e. Li çiyayên Kurdistanê şerkirin rûmet e. Niha ez bi rûmeta têkoşîna xwe ya li Çiyayê Botanê didim di wê baweriyê de me ku; helbet doza me wê rojekê bi ser bikeve. Her tişt nîşan dide ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê wê bi serketinê tacîdar bibe. Îro ji bo serneketina vê dozê ti astengî nabînim. Ji ber vê yekê ez bi xwestek û kelecana wê kêliyê dijîm û têdikoşim.”

Ew ciwanekî Botanê ye ku ruhê xwe bi ava jiyana azad şûştiye. Dema azadiyê li serê çiya bi dest xistibû. Dibe ku di dinyayeke ku koletiyê her devera wê rapêçaye de cihê ku wî xwe azad hîs dikir, çiyayên Kurdistanê bûn. Diviyabû wisa be ku wî gotibû, dema xwe pênase dikî, divê bi baweriya şoreşê bijî, lê azad bijî.