Rapora li ser êrişên dagirkeriyê radestî hikumeta Iraqê hate kirin

Heyeta lêpirsînê ya parlamenta Iraqê, ku têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate avakirin, rapora xwe ya li ser mijarê radestî parlamentê û hikumetê kir.

Endamê Komîteya Parastin û Asayîşê ya Parlamenta Iraqê Katî Rîkabî ragihand ku rapora li ser êrişên dewleta Tirk pêşkêşî hikumetê û parlamentê hatiye kirin.

Di 8 û 9'ê Hezîranê de komîsyonek hevbeş ji Parlamenta Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana Amêdiyê, Dêrelok, Şeraniş, Şêladiz û çend deverên  din ên Duhokê kirin ku di jêr êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de ne.

Ev komîsyon piştî wê yekê pêk hat ku roja 5'ê Hezîranê li çiyayê Metînayê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de 5 çekdarên PDK'ê jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku destpêkê çapemeniya PDK'ê ragihand ku ew çekdar di encama êrişên balafirên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, lê piştî demek kurt ev nûçeyên xwe rakirin û bûyer xistin stûyê gerîla.

Rojek piştî wê HPG'ê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku hêzên gerîla ew êriş pêk neanîne. Her wiha HPG'ê xwest ku şandeyek hevbeş yan jî şandek serbixwe bûyerê lêkolîn bike da ku rastiya bûyerê derkeve holê.

Komîsyona hevbeş a Parlamenta Iraq û Herêmê ji nûnerên komîsyonên navxwe, jîngeh, mafê mirov û parastinê yên her du parlementoya pêk dihatin, serdana herêmê kirin.

Endamê Desteya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê ku di nava komîsyona hevbeş de cih digirt Kati Rikabî, derbarê mijarê de ji rojnameya Sebah re axivî.

Rikabî got ku desteya wan derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de rapora xwe nivîsandiye û radestî hikumet û parlamenta Iraqê kiriye.

Rikabî di dewamê de got ku di rapora wan de behsa destwerdana dewleta Tirk a li Iraqê, talankirina xwezayê, birîna daran kirine. Her wiha got ku Tirkiye dixwaze ya ku li Suriyeyê bike, li xaka Iraqê jî dubare bike.

Li gorî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT)  di nava 5 salan de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li Herêma Kurdistanê 103 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 148 gund vala bûn û metirsiya valakirinê li ser 500 gundan jî heye.