Rapora heyeta HDP’ê ya têkildarî Komkujiya Zergelê hat aşkerakirin

Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombebarankirin û 8 welatiyên sivîl lê hatin qetilkirin lêkolîn kir û û wiha got: "Bêguman û fikar li gund komkujiyek sivîl pêk hat."

Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombebarankirin û 8 welatiyên sivîl lê hatin qetilkirin lêkolîn kir û wiha got: "Bêguman û fikar li gund komkujiyek sivîl pêk hat." Heyetê diyar kir ku li gund bi salên dirêj cihê jiyana sivîlan e û li gund 35 mal, mizgeft û dibistan hene û di bombebaranê de ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek Eyşe Mustafa ya 70 salî ye û dema nimêja sibê dikir hat qetilkirin.

Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê li qûntarê çiyayê Qendîlê yê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombebarankirin û 8 kesên sivîl qetilkirin lêkolîn kirin. Heyeta ji Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Hatîce Altinişik, parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Kadrî Yildirim û Osman Baydemîr pêk tê piştî lêkolînên li gund kirin vegeriyan Enqere û rapora amadekirin bi raya giştî re parve kirin. Heyetê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Heyetê Osman Baydemîr axivî. Bi maseya civîna çapemeniyê li ser hat kirin wêneyên 8 kesên sivîl ên jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.

BI HEMÛ DERDORAN RE HEVDÎTIN HAT KIRIN

Baydemîr diyar kir ku piştî hikûmetê li gel agahî û daxuyaniyan hatin dayîn "qetilkirina welatiyên sivîl red kir" heyet pêk anîn û çûn herêmê. Baydemîr anî ziman ku ji bo rastiyan derxin holê çûn herêmê û heyetê di navbera 4-6'ê Tebaxê de lêkolîn kirin û bi şahidên bûyerê, birîndar, gund, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û dînamîkên heremê re hevdîtin pêk anîn.

Baydemîr da zanîn ku dema li gund lêkolîn kirin YNK, Yekgirtû, Tevgera Azadî, Goran û hin rêxistinên din bi wan re çûn û li gel wê kesên birîndar ziyaret kirin û di dema ziyaretê de Waliyê Hewlêrê Newzat Hama bi wan re geriyan.

BÊFIKAR SIVÎL HATINE QETILKIRIN

Baydemîr bilêv kir ku bi birîndarên ji 5 salî heya 70 salî bi hemû birîndaran re hevdîtin kir û têkildarî komkujiyê de ev agahî dan: "Gundê Zergelê gundekî hezaran sal e welatiyên sivîl lê dijîn. Li gund 37 mal, avahiya şaredariyê, mizgeft lê hene. Malên Selîm Hidir Emîn, Karox Hamed Emîne, Necîp Ahmet, Zagros Rojhilat xerab bûne. Welatiyên li gund bi saxî xelas bûn gotin 2 roj berî bombebaranê balafirên şer ên bê mirov li heremê keşif kirin û roja bûyerê saet 04.00-06.00, 3 caran bombebaran pêk hatin.

'YÊN XWESTIN ENQAZÊ RAKIN HATIN BOMBEBARANKIRIN'

Bombeya destpêkê bombeya qazanê bû. Di encama vê bombeyê de Eyşe Muhamed Mustafa ya 70 salî jiyana xwe ji dest da. Li gorî welatiyên gund ên xwestin Mustafa xilas bikin gotin gund seat di 04.45'an de careke din hat bombebarankirin. Di bombebarana duyemîn de 4 kesên dixwestin Mustafa xelas bikin jiyana xwe ji dest dan. Êrîşa 3'yemîn seat di 05.10'an de pêk hat. Êrîş li hemberî kesên dixwestin enqazê rakin pêk hat. Di vê êrîşê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa 2 seatan berdewam kir 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da. Ev yek bêguman û bê fikar komkujiyek sivîlan e. Û ev yek ji aliyê heyeta me ve hatiye tesbîtkirin."

Baydemîr da zanîn ku di dema bombebarana gundê Zergelê de gundên nêz ên bin avê Bonîskan û Liwjan jî hatin valakirin û ji ber ewlehiya canê wan tineye nêzî hezar kesan gund terkkirin. Baydemîr bilêv kir ku di êrîşê de Salih Muhammed Emîn ê jiyana xwe ji dest da jî ji gundê cîran bû û ji bo mêvaniyê hatibû gund û dema xwest ku xwîşka xwe xelas bike jiyana xwe ji dest da.

DI ÊRÎŞAN DE HEVSERÊ XWE WINDA KIR

Baydemîr destnîşan kir ku hevjina Necîp Abdullah ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Mehrîz Azîz Velî di êrîş û hevserê xwe winda kir û mala wê hat xirabkirin û Velî ji wî re wiha gotiye: "Bi gotina xwe bombebarankirin û êrîş bûne qedera wan."

LI QENDÎLÊ NÊZÎ 100 GUND HENE

Baydemîr diyar kir ku Qendîl weke bi tena serê xwe kampa PKK'ê ye nîşandan û ev agahî şaş e. Baydemîr diyar kir ku li herêma Qendîlê nêzî 100 gund hene û cihekî welatiyên sivîl lê dijîn e û di mehên havînê de hejmara kesên sivîl gelek zêde dibe.

ARMANCA ÊRÎŞAN VALAKIRINA GUNDAN E

Baydemîr got "Êrîş komkujiyekî zanebûn e" û dixwazin bi van êrîşan gundan vala bikin û gundiyan got li herêmê PKK'î hene lê bi tu awayî nayên gundan û bi kesên sivîl re têkîliyê nadanîn û ev yek li gorî hiqûq PKK'ê qedexeye.

'BERPIRSIYARÊ VÊ KOMKUJIYÊ AKP YE'

Baydemîr da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Tirkiye ye û ligel vê yekê welatên muhîmat dan jî berpirsiyar in û di êrîşê de ligel komkujiyê xweza jî hatiye qetilkirin û li herêmê şewat derketiye û wiha axivî: "Êrîşên TSK'ê yên bi komkujiya sivîlan bi dawî dibin di bin berpirsiyariya AKP'ê de pêk tên û hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e. Em derbarê rayedarên di nava van êrîşan de cih digirin serlêdana sûc dikin. Em dê raporê weke daxwaznameya sûc bidin. Sîmgeya li ser muhîmatan wî welatî berpirsiyar digire."

HEKE ÎSRAÎLÊ GUNDÊ FÎLÎSTÎNÊ BOMBEBARAN KIRIBA WE YÊ ÇI KIRIBA?

Baydemîr piştî raporê careke din banga bêdengkirina çekan kir û ev tişt anî ziman: "Bi zimanê salên 90'an ve aştî nayê înşakirin. Çareserî axaftin e, diyalog e. Li ser qatlîamê hefteyek derbas bû. Hê jî rayedarên hikûmetê ev yek qebûl nekirine û ji bo vê yekê daxuyanî nedane. Ji bo parastina mafên jiyanê yên sivîlan tu daxuyanî tuneye. Li dijî sivîlan êrîş û qatlîam li kû derê cihanê û ji kê bê bila bê suc e. Divê hemû kes li hemberî vê yekê derkevin. Êrîşa li dijî gundê Zergelê heke ne gundekî kurdan gundekê Filistinê ba û ji aliyê Îsraîlê ve bihata bombebarankirin gelo dê Serokomar çi bigota? Serowezîr dê çi bigota? Gelo hûn gelekî bêxwedî dibînin? Ev cografya cara yekemîn nayê bombebarankirin. Yekem car e gund nayên serobiokirin. Qatlîama Roboskê di çarçoveya rêza fermanê de pêk hat heke yên qestên wan hene derxistina ber raya giştî, mekanîzmaya darazê bihata şixulandin dê Zergelê pêk nehata. Heke maseya muzekareyê nehata xirakirin, dev ji aştiyê bernedana ev qatlîam dê pêk nehata. Tekana riya TC heye ew jî bêyî demê winda bikin vegerin maseya muzakereyê."

Baydemîr bilêv kir ku ew ê rapora ku amade kirine wergerînin hemû zimanên cîhanê û bigihînin mekanîzmayên pêwîst. Baydemîr piştre pirsên rojnamevanan bersivand.

Baydemîr ê ku nirxandina "Ya esasî ew e ku mekanîzmayên hundirîn bikevin dewreyê û parlamento ji bo hiqûqê bikeve dewreyê dê hewldanên me hebin" kir li ser pirsekî din jî diyar kir ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahiyên ku jina ducanî jiyana xwe ji dest daye tuneye.

EYŞE MUSTEFA LI SER SECADEYÊ QETIL KIRIN

Ji endamên heyetê Huda Kaya jî diyar kir ku Ayşe Muhammed Mustafa a ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da dema ku nimêja serê sibehê dikir li ser secadeyê hatiye qetilkirin û wiha got: "Îxtidara muhafazakar a ku ev qatlîam pêk aniye heye. Wekî ku dibêjin derdê me îslam e. bi rêz Baydemîr pirsa heke gundekî Filistinê ba gelo dê bertekekî çawa nîşan bidana kir. Em bang li her kesî dikin ku bila empatiyê bikin. Dibistan, mizgeft hatine xirakirin."

SECADE Û PIRTÛK NÎŞAN DA

Kaya secadeya ku Ayşe Mustafa li ser nimêj kiriye û ji enqazê hatiye derxistin bi xwe re anî û nîşanî rojnamegeran da. Kaya jibilî secdayê pirtûkên zarokan ên ji bin enqazê derketine jî nîşan da û nirxandina "Yên ku dibêjin em oldar in, derdê me îslam e bila bibînin kî qetilkirine" kir.

'TIRKIYE DEREWAN DİKE'

Li ser pirseke din Baydemîr ev tişt anî ziman: "Hikûmeta Bexdayê êrîş şermezar kir. Yekîtiya Ereban jî êrîş şermezar kir. Rûsyayê şermezar kir. Ev pevçûn her diçe ber bi parçebûneke din ve diçe. Em ji bo cîhana derve vî îfade dikin. Rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê li wir daxuyanî dabûn em gihan wan. Rêveberiya Herêmî beriya ku bi me re hevdîtinê pêk bîne piştî hevdîtinê daxuyaniyên ku dane, daxuyaniyên ku Davutoglu da û got 'Barzanî piştgiriyê dide me' pûç dike. Di vê êrîşê de ev jî tê xuyakirin ku armanc tê xwestin dînamîkên herêma Kurdistanê bînin hemberî hev. Ez bawer dikim ku dînamîkên siyasî yên Kurd wê vê dafikê pûç bikin."

Li ser pirsa ku der barê gotinên devlet Bahçelî ya ji bo HDP'ê aniye ziman jî Baydemîr nirxandina "Cenaze diçin çar aliyê Tirkiyeyê û di rojeva me de polemîk tineye" kir.

Baydemîr li ser pirsekî din jî anî ziman ku di êrîşê de 8 kes hatine qetilkirin û 6 mal jî bi tevahî hatine xirakirin.

WEZARETA KARÊN HUNDIR A KURDISTANÊ WEKE 'QETLÎAM' BI NAV KIR

Endamê Heyetê Kadrî Yildirim jî diyar kir ku Wezareta Karên Hundir a Herêma Federal a Kurdistanê Komîsyona Lêkolînê ava kiriye û di rapora hatiye amadekirin jî bi rapora wan ve ji sedî 95 wekî hev e.