Rapora 2021 a DFG'ê: 2 rojnamevan hatin kuştin, 62 rojnamevan hatin girtin

DFG'ê ragihand ku ji 55 rojnamevanên di sala 2021'ê de êriş li wan hate kirin 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. DFG'ê ragihand ku di nava salekê de bi dehan doz hatin vekirin, 62 rojnamevan jî hatin girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a sala 2021'ê ya li dijî Rojnamevanan" li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan diyar kir ku di nava salekê de êriş li 55 rojnamevanan hate kirin, 2 rojnamevan hatin kuştin.

Serdar Altan anî ziman ku avêtin ser malên 9 rojnamevanan, 61 rojnamevan hatin destgîrkirin, 6 jê hatin girtin û êşkence li 23 rojnamevanan hate kirin.

Hate ragihandin ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamevanan hate kirin, 102 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatin astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên mirovan hatin binpêkirin.

Di beşa "Binpêkirina azadiya îfadeyê û ramanê ya li dijî rojnamevanan" a raporê de ahte ragihandin ku 54 rojnamevan ketine ber lêpirsînê, doz li 51 rojnamevanan hate vekirin, li 47 rojnamevanan bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê, 72.206 hezar TL cezayê pere hate birîn û li 746 rojnamevnan jî dosya darizandinê hene û 62 rojnamevan hînê girtî ne."