Qûrbaniyên siyaseta şaş; xelkê hejar

Ji ber nebûna xizmetguzarî û siyaseta şaş a hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengtiya PDK’ê û YNK’ê xelkê sivîl ê hejar dibin qûrbanî. Ji ber nebûna xizmetgûzarî û hevkariya dagirkeriyê bi dehan sivîl bûne qurbanî.

Demek dirêj e ku Başûrê Kurdistanê bi krîzên aborî, siyasî û civakî re rû bi rû ye. Ev krîz û qeyran wisa kiriye ku ji hemû beşên civaê yê Başûrê Kurdistanê rabe ser lingan û li ber vê siyasetê rabe.

XIZMETGÛZARÎ NÎNE; GEL PERÎŞAN E

Bi taybet nebûna xizmetgûzarî û sermayeya ne rêkûpêk, dîsa gendelî û nelirêtiya di asta herî jor de kiriye ku civak bitevize û xelk perîşan bibe. Di serî de karker, karmend, mamoste û xwendekar di nava salê de hema bêje piranî li kolanan bû. Lê mixabin heta îro dermanek baş ji bo birîna wan nehatiye peydakirin. Mûçeyên karmend û pêşmergeyan nîv nîv tê dayîn, pêwîstiyên jiyanê, elektirîk, gaza spî, xwarin-vexwarin hema bêje jiyan tevizandiye.

JI BO DAGIRKERIYÊ RÊ, JI BO GEL JÎ LÊHÎ

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengtiya PDK’ê û YNK’ê ku weke binemalên  Barzanî û Telebanî tê zanîn, wisa kiriye ku Başûrê Kurdistanê di pencên qirkirinê re rû bi rû bimîne. Bi taybet PDK û rêveberên wê Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û gelek rayedarên leşkerî û navxweyî, bi hevkariya li gel dijmin, di serî de Kurdên Başûr û Rojava û dîsa hemû Kurdistan xistiye rewşeke pir aloz û derbê li destkeftiyên Kurdistanê dixe.

Her salê werza zivistanê dema baran dibare lêhî radibe. Di serê werza zivistana îsal li gelek cihan bitaybet li Hewlêr lêhî rabû. Herî dawî jî li taxên Hewlêrê, Daretû, Daretûya Nû, Jîn, Roşenbîrî, Quştepe û Şemamk a Hewlêrê lehî rabû. Li gorî agahiyên hatine standin, ji ber lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ziyanek zêde ya madî çêbûye, bi dehan wesayît li ber lehiyê çûne û kolan xira bûne.

XWENDEKAR NIKARIN BIXWÎNIN

Di nava meha Mijdarê de li seranserî Başûrê Kurdistanê bi taybet li Hewlêr, Silêmanî, Koyê, Helebçe, Ranya û gelek navçe û bajarokan bi hezaran xwendekar ji bo girtina burs (bermale) daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Tevî ku bi rojan li kolanan ma jî, lê hikûmetê li ber vê yekê tim bêdengî hilbijart û bi daxuyaniyên xwestin pêşiya xwendekaran bigirin. Bi taybet daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ‘Li ti deverên cîhanê xwendekar bi belaş naxwînin’ pir bal kişand, xemsariya xwe ya ji bo çalakiyên xwendekaran nîşan da.

BÊRÛMETIYA LI BER DAYIKÊN ŞEHÎDAN

Li deriyê Sînor ê Pêşxabûr (Sêmalka) ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dayikên şehîdan ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe yên li Xelîfanê dîroka 28-29’ê Tebaxê di êrîşa bêbextî ya kemîna Pêşmergeyên Roj de şehîd bûbûn, bigirin 75 roj in di nava çalakiyê de ne. Tevî hemû hewldanên dayikan û peyamên aliyên siyasî lê heta vê gavê hikûmetê bersivên ji rastiyê direvin didin. Herî dawî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxwaza serdana konê li deriyê Sêmalka hatibû danîn û dîsa peyama xwe bigihînin rayedarên  Başûr meşek dabû destpêkirin. Dema ciwan gihiştin deriyê Sêmalka pêşmergeyan ew astengkirin û bi keviran êrîşî ciwanan kirin. Li ser vê jî ciwanan bi keviran bersiv da.

DAÎŞ ÊRÎŞ DIKE, LI QADÊN GERÎLA ÇEPER TÊN ÇÊKIRIN!

Di demê dawî de êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye. 10-28-29’ê Mijdarê û 3’yê Kanûna 2021’ê çeteyan di serî de li Mexmûr û gelek deverên din êrîş bire ser pêşmerge û welatiyên sivîl. Lê em dibînin li beramberî vê hikûmet û rayedarên pêşmergeyan li şûna ku çeper li ber DAÎŞ’ê dane, li qadên gerîla sewqiyatên leşkerî û dîsa çeperan çêdike. Ev yek bûyerek pir balkêş e. Li gorî vê pirsa gelo rayedarên Başûr bi taybet PDK DAÎŞ’ê dijmin nabîne, li qadên gerîla jî çêkirina çeper û sewqiyatên leşkerî PKK’ê ku weke tevgerek rizgariya gel tê zanîn û di dema DAÎŞ’ê de li Mexmûr, Kerkûk, Rojava temamî û gelek qadên Başûr şer kir û serketinên mezin bi dest xist, weke dijmin dibîne? Ev yek rê li ber nerazîbûnên cidî yên gel vekir.

DIJMINIYA LI ŞENGALÊ

Yek ji mijara din ku rêveberiya Başûr timî êrîş li ser dike, Şengal û rêveberiya Xweser a Şengalê ye. PDK bi hevkariya li gel Tirkiye-Iraqê dixwaze peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê îmzekiribû, dixwaze di her fersend û kêliyê de bikar bîne. Ev yek jî dihêle ku bi rêya sîxûr û hevkariya îstixbaratî êrîşî Şengaliyan bike. Di çarçoveya vê pilanê de gelek pêşengên Şengaliyan Mam Zekî Şengalî, Mam Beşîr, Zerdeş Şengalî, Seîd Şengalî û herî dawî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bû ku bi nasnav Dijwar Feqîr bû şehîd kirin.

Herî dawî jî Meclîsa Gel a Xansorê 11’ê Kanûna 2021’ê  a bi balafiran bombe kirin.