Qurbaniyên komkujiya Roboskî li ser gora xwe hatin bîranîn

Li gundê Roboskiyê 34 qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10’emîn de li ser gora xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de peyama hesabpirsînê hate dayin û hate gotin, "Heta ku edalet li Roboskî bi cih neyê, wê li Tirkiyeyê jî pêk neyê."

Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebanê ya Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê bombe li şêniyên gundê bazirganiya sînor dikirin barand û di encama êrişê de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera 10’emîn a komkujiyê 34 qurbanî li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn.

Beriya bernameya bîranînê malbatên Roboskî bi wêneyên qurbaniyan ber bi goristanê ve meşiyan. Malbatên Roboskî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê û bi sedan kes beşdarî bernameya bîranînê bûn.

Bernameyê ji bo bîranîna qurbaniyên Roboskî bi rêzgirtinê dest pê kir.

'DIVÊ KUJER WERIN DARIZANDIN'

Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û got: "Êdî li ser vê axê teqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibe em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsyar derkevin holê û werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Serokê TTB’ê Erînç Sagkan jî axivî û destnîşan kir ku îro wan dixwest ne bi qerenfîlan lê bi edalata di destê wan de werin Roboskiyê û got: "Rêya pêçandina birînan di bicihanîna hiqûq û edaletê de derbas dibe. Ji bo ku birîna Roboskî were kewandin û rondikên çavê dayikan bisekine em ê têbikoşin."

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dosyeya kiryaran di qeydên dewletê de veşartî ne û got: "Heta îro em li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Kiryar diyar in lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskî kes nikare behsa edaletê û helaliyê bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê."

OZTURK: HETA EDALET NEYÊ ROBOSKIYÊ HELALÎ PÊK NAYÊ

Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: "Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ku kê ev komkujiyê pêk aniye. Eşkerenekirina berpirsiyaran û kujeran êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin 'em ê Kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin'. Dibêjin 'em mêtinger in û hûn koleyên me ne'. Ev yek çareserî nayine. Tenê ne ciwanên Roboskî hatin parçe parçe kirin, gelê Kurd û cîhan hatin parçe parçe kirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa helaliyê dikin divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dersimê bidin û wisa helaliye bixwazin. Birêz Ocalan daxwaza avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan kiribû. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî dewama tasfiyeya siyaseta gelê Kurd e û dixwazin bi vê komkujiyê Kurdan û Tirkan bidin şerkirin. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin wê ne edalet were Tirkiyeyê û ne jî wê helalî pêk were."

ENCU: HETA HESABPIRSÎNÊ TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE

Piştre Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encu ku yek ji wan malbatên qurbaniyan e jî wiha axivî: "Di van deh salan de me gelek komkujiyan dît. Me di van salan de hestên xwe û nêrînên xwe ji raya giştî re eşkere kir. Lê heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Em reş lixwe dikin. Ev têkoşîna me têkoşîna heqîqet û edaletê ye. Hêviya me ew ku zêdetir xwedîderketinek ji bo malbatên Roboskî pêk were. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me serî lê neda lê mixabin tu encam derneket. Heta em hesab ji berpirsyarên komkujiya Roboskî nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe."