Qubad Talibanî şehîdkirina Şukru Serhed şermezar kir

Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî bi daxuyaniyekê şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) şermezar kir.

Îro saet 9:00’ê sibehê li taxa Çarçira ya bajarê Silêmanî endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Yasîn Bûlût yê bi nasnav Şukru Serhed di êrişeke çekdarî ya ku ji aliyê MÎT a Tirk ve pêk hatiye de şehîd bû.

Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî têkildarê wê yekê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Talibanî di daxuyaniye xwe de bang li hêzên ewlekariyê kir ku ji bo destgîrkirina tawanbaran şev û rojên xwe bikin yek.

Her wiha diyar dike ku Silêmanî ji bo her kesî bajarê aramiyê ye û her kes jî dikare di nav aramî û ewlehiya vî bajarî de bêyî cihêkariyekê bijî