QSD û artêşa Iraqê wê li sînor navendek hevpar a koordînasyonê ava bikin

Di hevdîtina QSD û artêşa Iraqê ya têkildarî ewlehiya sînorê Iraq-Sûriye ya li Dêra Zorê derbas dibe de, biryar hate dayîn ku ji bo ewlehiya sînor navendek hevpar a koordînasyonê were avakirin.

Îro Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û artêşa Iraqê hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de ewlehiya sînorê Iraq-Sûriye ya dinava Dêra Zorê de derbas dibe hate gotûbêj kirin û biryar hate dayîn ku navenda hevpar a koordînasyonê were avakirin.

Di hevdîtina îro de li ser navê artêşa Iraqê, Fermdarê Gitşî yê Hêzên Cizîre ya Iraqê Kasim Mûhammed Salih, alîkarê wî û General Abdûl Hûseyn, ji QSD’ê jî Fermandarên Giştî yê Pêngava Bagera Cizîrê Hasan Qamişlo û Engîzek Xelîl cih girtin.

Di hevdîtina li sînorê Iraqê hatî kirin de bal hate kişandin li ser dawiya DAIŞ’ê ya li herêmê. Heta ku DAIŞ bi dawî bibe mijara parastina ewlehiya xeta sînor hate nîqaşkirin. Di hevdîtinê de têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya her du aliyan hate pîrozkirin û ji bo ewlehiya sînor biryar hate dayîn ku navendek hevpar a koordînasoynê were avakirin.

Piştî hevdîtinê heyeta QSD’ê vegeriya herêma xwe.