QSD’ê têkildarî ‘Herêma Ewle’ daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkildarî mijara “Herêma Ewle” bi dewleta Tirk re nerasterast hevdîtin kirine û got divê hemû sînor bixin nava herêma ewle de.

Fermandarê Giştî ye QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî nirxandinên li ser 'Herêma Ewle' ya di navbera sînorê Tirkiye-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa ANHA're axivî. Ebdî diyar kir ku li hemberî gef û êrîşên ku ji hêla Tirkiye ve pêşbikevin divê xeta di navbera çemên Firat û Dîcle de tevahî bigirin nava ‘Herêma Ewle‘.

Ebdî careke din jî bibîr xist ku ew û dewleta Tirk bi awayekî nerasterast hevdîtinê dikin û mijara hevdîtinan hêj bi encam nebûye û got: " Ji bo em bigihêjin encamekê hevdîtin didomin".

Ebdî têkildarî  'Herêma Ewle' ya ku tê gotin dê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bê avakirin jî wiha got: "Me ji aliyan xwest ku tevahî sînor wekî  'Herêma Ewle' bê diyarkirin. Lê Tirkiye dixwaze vê yekî niha di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de destpêbike."

Nirxandinên Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ên li ser mijarên wekî: "Gef û êrîşên Tirkiye yên li dijî herêmê, Helwesta rejîma Sûrî ya li hemberî 'Herêma Ewle', ger hevpeymanek çêbibe dê bandora wê li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û herêmên ku Tirkiye dagirkiriye dê çawa be" wê sibê bi awayekî berfireh di ajansa  ANHA'yê de were weşandin.