QSD'ê bîlançoya saetên dawî yên operasyona Baxozê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ya têkildarî operasyonên dawî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê daxuyaniyek nivîskî da, ragihand gelek çete hatine kuştin, gelek nuqte ji destê çeteyan hatin razgarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê saetên şevê yên li Baxozê rûdabû eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şerê qewimî de 24 çete hatine kuştin, cenazeyê 7 çeteyan kete destê şervanên QSD’ê.

QSD’ê ev agahî da:

“Şervanên me êrîşî çeperên rêxistina terorîst DAÎŞ`ê yên li nava Baxozê de kirin, di encamê de şer derket. Li gel pêşdeçûnan şervanan hejmarek ji terorîstan kuştin.

Di eniyeke din de şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAÎŞ`ê de derket. Gelek ji çeteyan hatin kuştin û şervanên me derbasî 20 nuqteyan bûn.

Di saetên derengiya êvarê de şervanan tevgerên terorîstan yên di nav tunelan de ferq kirin, ji ber wê tonel kirin hedef di encamê de hejmarek ji terorîstan mirin. Her wiha çeteyekî karî li nêzî nuqteya hêzên me xwe biteqîne di encamê de şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Tevî wê jî hêzên me derbasî 16 nuqteyan bûn.

Terorîstan buldozerekî hêzên me bi du çeteyên xwekuj kir hedef, buldozer bi temamî şewitî beyî ku zirar bigehe şervanan. Li ser wê şerê dijwar destpê kirin. Di encamê de hejmarek ji terorîstan mirin û cenazeyê 7 ji wan kete destê şervanên me. Li gel wê jî balafirên Koalîsyonê nuqteyên terorîstan û kombûna wan kirin hedef.

Şer dem demê hîna li eniyên Baxozê heta ragihandina bilançoyê berdewam in.

Encamên dawî ev in;

Hejmara terorîstên ku hatine kuştin: 24 û termên 7 ji wan di destê şervanan de ne.

Hejmara terorîstên xwekuj: 3 terorîst.

Hejmara şervanên birînar: 1 şervan.”