Qirkirina siyasî hate protestokirin: Li dijî faşîzmê bi hev re berxwedan!

Li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin. Di çalakiyan de bangên yekîtî û berxwedanê hatin kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi boneya bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê “Lêpirsîna Kobanê” li 7 bajaran da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 82 siyasetmedarên HDP’yî de biryara destgîrkirinê hate dayîn. Rêxistinên HDP’ê yên gelek bajaran, partiyên piştevaniya HDP’ê dikin û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî operasyonê daxuyanî dan û şermezar kirin.

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li ber avahiya xwe daxuyanî çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenter Ruştu Tiryakî axivî û got wê HDP gavej ji têkoşîna xwe li paş nemîne.

PÎA’YÊ BERTEK NÎŞAN DA

Cîgirê Serokê Gitşî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û rêveberên partiya xwe li avahiya xwe ya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonê dan. Kaya da zanîn ku binyada her tiştî di bin pirsgirêka kurd de ye û wê kurd dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mûrat Bozdemîr jî li Wanê daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirinan da û got ev operasyon li dijî destkeftiyên kurdan in.

 MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û operasyon şermezar kir. Rêvebera HDP’ê Munevver Olker axivî û got wê Qesr û dozgerên encamê negirtin.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide lê polîsan destûrneda. Li ser vê yekê rêveberên partiyên çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşm berz kirin.

ENQERE

Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û nûnerên gelek partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera HDP’ê Dîlek Yilmaz da zanîn ku biryara binçavkirinê ji civîna duh a MGK’ê derketiye û li ser fermana MGK’ê ev operasyon pêk hatiye. Yilmaz got HDP tirsa nava dilê îqtîdarê ye.

SEMSÛR

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û gelek rêveberên HDP’ê beşdar bûn.

Leyla Guven bertek nîşanî operasyonê da û got: “Yên di sala 2009’an de serokşaredarên me kelemçe kirin winda kirin. Wê demê operasyonên cemaetê û îro jî bi AKP û MHP’ê didome. Yên duh digotin ‘li deştê siyasetê bikin’, îro siyaseta li deştê asteng dikin. Hûn nikarin vê siyasetê asteng bikin. Me wek HDP’ê hêviyek afirand. Hûn nikarin çonga partiyek ku 10 hezar endam û rêveberên wê girtî ne deynin. Lê me bi êşa we dizanin. AKP-MHP diqede. Yên li hundir û derve di nava aloziyê de ye tola xwe ji HDP’ê derdixe. We bendan danî pêşiya me, me bendê we hilweşand. Em hêviyek. Her roj mezintir dibe û em ê bibin. Gotin Kobanê ket û wa dikeve. Lê Kobanê neket. A rast diyalog û muzakere ye. Em li trêna azadiyê siwar bûne, em ê bigihîjin mexseda xwe.”

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu beşdarî daxuyaniyê bûn. Omer Ocalan diyar kir ku wê bi van operasyonan nikaribin HDP’ê tasfiye bikin.

WAN

Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî li avahiya HDP’ê binçavkirinan protesto kir. Parlamentera bajêr Muazez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevseroka Bajêr Oznûr Bartin daxuyanî da.

EBEX

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Ebexa Wanê jî daxuyanî da û operasyonê şermezar kir.

BEDLÎS

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Bedlîsê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn got wê partiya wan tu demê li dijî zextan serê xwe netewîne.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û got: “Kobanê neket û wê nekeve jî. Çawa ku Kobanê neket wê HDP jî nekeve.”

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî li avahiya xwe daxuyanî û binçavkirinan şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosun, Mahmut Tugrul, Dersim Dag, Hevserokê HDP’a Bajêr Zeyyat Ceylan ve rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ewilî Hevserok Zeyyat Ceylan axivî û destgîrkirin şermezar kir. Pişt re parlamenter Semra Guzel daxuyanî xwend û anî ziman ku dixwazin heyfa têkçûna li Kobanê ji HDP’ê bistînin.

Parlamenter Mahmût Tugrul jî axivî û got ew ê ji têkoşîna xwe paş ve gav neavêjin.

OHD: LI DIJÎ HIQÛQÊ YE

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî daxuyaniyek nivîskî da û operasyona hatiye birêvebirin li dijî hiqûqê ye.

DERSIM

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê jî li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û operasyonê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Îbrahîm Kasûm daxuyanî da û ew ê li dijî faşîzmê bêdeng nemînin û têkoşîna demokrasiyê mezintir bikin.