Qîma xwe bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê jî nînin

Parêzer Ekîn Yeter rexne kir ku li dijî girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, bi beyanên şahidên veşartî jinûve doz li wan têne vekirin û bal kişand ser zext û zordariya li girtiyan.

Hikumeta AKP-MHP'ê li girtîgehan pêkanîneke nû xiste meriyetê. Girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn ji nû ve têne darizandin.

Têkildarî Mahsûm Bîlen, Vezîr Kaya, Nevzat Çapkin û Sedat Akgul ên li Girtîgeha Beşîkduzu tên hiştin bi îdîaya "Li girtîgehê rêveberî li nava pêkhateyên rêxistinê kirine û perwerdeya rêxistinî dane" doz hatin vekirin û doz dewam dikin.

Mahsûm Bîlen û Vezîr Kaya sala 1993'an ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ve cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hate birîn û sala 2019'an ji heman sûcî doz li wan hate vekirin. Rûniştina doza herdu girtiyên siyasî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê pêk hat.

Dozger xwest ku 6 meh ceza li girtiyên siyasî bê birîn, lê dadgehê ji bo birîna ceza delîlên têrker peyda nekir.

Parêzera Mahsûm Bîlmez û Vezîr Kaya, Ekîn yeter diyar kir ku dozeke ku xwe dispêre beyana şahidê veşartî hiqûqî nîne û got, "Girtiyên siyasî yên ku 'ji endametiya rêxistinê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, nabe ku ji heman sûcdariyê ji nû ve bêne darizandin. Parêzer Yeter got, "Muwekîlên min ji xwe ji sûcê endametiyê 28 sal in girtî ne. Şahidê veşartî gotiye, 'rêxistiniya girtîgehê ya rêxistinê'. Tenê bi vê gotinê li dijî wan cara duyemîn doz ji endametiyê hatiye vekirin. Beraat kirin, lê belê ji kêmaniya delîlan. Bi beyanên şahidê veşartî dixwazin ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn jinûve bêne cezakirin. Ev mirov bi mehan hatin mexdûrkirin û bandoreke neyînî li wan kir. Delîlekî şênber îne. Li dijî girtiyên siyasî, polîtîkayeke bi armanca zextê xistine meriyetê."