Qeyyûmê Erdîşê navçe kiriye sergo!

Qeyyûmê ku di 22’ê Cotmeha 2019’an de li ser şaredariya Erdîşê hatibû peywirdarkirin, bi mehan e çopan berhev nake.

Şaredariya Erdîşê ya ku qeyyûm li ser wê hatiye peywirdarkirin, xizmetên sereke jî nake.

Hevşaredar Yildiz Çetîn a HDP’yî diyar kir ku feraseta ku qîmetê nede mafên mirovan wê nikaribe qîmetê bide derdor û ekolojiyê jî.

Gelê Erdîşê îsal neçar ma di nav çopê de têkeve golê. Li plaja gel a ku bi taybetî malbat tên wir, qirêjiya derdorê gelekî zêde bûye.

Parkên zarokan ên ku di dema HDP’ê de hatibûn çêkirin jî bûne kavil.

Çetîn diyar kir ku qeyyûman tu carî derdor nekirine esas û got “Desthilatdariya ku qîmetê nede mafên mirovan wê nikaribe qîmetê bide ekolojî û derdorê jî. Daxwaza gel ji bo wan ne girîng e, tendirustiya mirovan û ekolojî ne li xema qeyyûman e. Bajarekî wisa xweşik kirine kavil, plaj bûne sergo. Ev neheqiyeke mezin e. Ev roj wê biqedin. Dûr an nêzik wê neçar bimînin qîmetê bidin îradeya gel. Gelê me çawa di sala 2019’an de li ser sindoqan ders da, wê vî tiştî dîsa bike.”