Qeyyûm li Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand

Qeyûmê AKP û MHP’ê yê dest danîbû ser şaredariya Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hilweşand.

Qeyûmê AKP û MHP’ê Fûat Atîk yê dest danîbû ser şaredariya Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan ya li ser Rêya Guresê hilweşand.

Di sala 2016’an de jî dema ev pirtûkxane hatibû desteserkirin, tabelaya wê ya bi Kurdî hatibû daxistin û pirtûkên Kurdî hatibûn rakirin. Tabelaya ku ji aliyê qeyûm hatibû rakirin, di dema HDP’ê de dîsa hatibû daliqandin.

Qeyûm Atîk wêneyê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û yê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû li odeya xwe daliqandibû û piştre jî ligel ku qedexe ye 10 karker ji kar derxistibû.